Tehran: Danûstandinên bi Waşintonê re derbazî qonaxa hûrgiliyên rakirina dorpêçan bûne

Îsmaîl Beqayî
Îsmaîl Beqayî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê tekez kir ku, danûstandinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de bi "cidîtiyeka bilind" tên kirin. Tekez jî kir ku, danûstandin derbazî qonaxa nîqaşkirina hûrguliyên girêdayî rakirina dorpêçan û pirsgirêkên atomî bûne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro (Sêşem, 17ê Sibata 2026ê) ji Ajansa IRNAyê ya Nûçeyan re got: Îranê gelek caran amadebûna xwe ji bo berdewamkirina van danûstandinan heya wê dema ku pêdivî be tekez kiriye, xwe heke demeka dirêj jî vekêşe.

Îsmaîl Beqayî ron jî kir ku, danûstandinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de bi "cidîtiyeka bilind" tên kirin. Herwesa pirsgirêk tevlihev in û di navbera her du aliyan de tu asteka baweriyê tune ye, lê tevî vê rewşê jî, em pabend in ku danûstandinan bidomînin.

Navbirî herwesa got: Amadebûna Birêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteyî ya Enerjiya Atomî di danûstandinên vê carê de girîng e. Her hevfêmkirineka bê bidestxistin girîng e, Ajans dê wekî desteyeka teknîkî ya navneteweyî ya îtîrafpêkirî di warê qedexekirina belavkirina çekê atomî de, rola xwe tê de bilîze.

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê herwesa amaje da ku, rola Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî di peymana berê de pir zelal bû û di qonax û bendên cuda cuda de xuya bû.

Îsmaîl Beqayî tekez jî kir ku, şandeya Îranê bi cidîtiyeka temam çûye di van danûstandinan de û bi kiryar îspat kiriye ku ew bizavê dikin ku bigihîjin encamekê.

Navbirî herwesa got: Parastina berjewendî û mafên rewa yên gelê Îranê di tevgera danûstandinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de bingeha sereke ye.

Gera duyê ya danûstandinên nerasterast ên di navbera her du şandeyên Komara Îslamî ya Îran û Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê de nîvroya îro (Sêşem, 17ê Sibata 2026ê) li Balyozxaneya Omanê li Cinêva paytexta Swîsreyê hat lidarxistin.