Serokên Eşîrên Hesekê: Kurd û Ereb bi hev re li vê deverê dijîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li bajarê Hesekê bi nûner û serokêlên Kurd, Ereb û Mesîhî re rûnişt. Di civînê de biryarên giring li ser pêşeroja herêmê, azadkirina girtiyan û rêxistinkirina hêzên leşkerî hatin dayîn.

Civîna ku bi amadebûna Mezlûm Ebdî û nêzî 30 serok êl eşîran û nûnerên pêkhateyên cuda yên herêma Cizîrê hat lidarxistin, wekî gaveke giring ji bo xurtkirina pêkvejiyanê hat nirxandin. Beşdarên civînê tekez kirin ku divê herêm ji fitne û gotarên kînê were parastin û qonaxeke nû ya avakirinê dest pê bike.

Mizgîniya herî giring a ku di civînê de ji aliyê Mezlûm Ebdî ve hat dayîn, lêborîna giştî ya ji bo girtiyan bû. Ebdî ragihand, hemû girtiyên di şerên dawî de hatine girtin û girtiyên din dê werin azadkirin. Herwiha destnîşan kir ku armanc ew e ku zindan werin valakirin û rûpeleke nû ya aştiyê di navbera civak û saziyan de were vekirin.

Di civînê de serokêlên Kurd û Ereb peyamên yekîtiyê dan. Serokê Eşîra Tey Hesen Ferhan, got: "Ew bûyerên di wê heyamê de rû dane, ku hinek kesên biyanî bi hinceta rizgarkirina herêmê hatibûn, berevajî nerîtên vê deverê ne. Ji mêj ve Kurd û Ereb li vê deverê bi hev re dijîn, parastina çanda xwe ya hevpar dikin û ti pirsgirêk di navbera wan de nebûye û nabe. Ez tehedaya her kesî dikim ku destên Kurd û Ereban li vê herêmê bi xwîna hevdu sor bibe."

Berpirsê Encûmena Kenîseyan li Cizîrê Dr. Ezîz Ahê got: "Di heyama 14 salên derbasbûyî de gelek şehîd hebûn; herwiha hejarî û sitemkarî jî di nava civakê de hebûn. Li vir peyama me ev e ku em wan bûyeran berevajî bikin û berê wan bidin ewlehî, aştî, pêkvejiyan û hezkirinê. Bi baweriya me jî ew hêvî nabin rastî, heya ku em hemû dev ji nakokiyên neteweyî, mezhebî û siyasî bernedin û divê li şûna wan 'têgeha nîştimanî' cih bigire."

Herwiha endamê Serokatiya MSDê Hesen Mihemed got: "Ewên dixwazim fesadî û fitneyê li herêmê bikin, hemû êl û eşîreyên Hesekê wê red dikin, ji ber wê divê rêkeftin cibicî bibe û taybetmendiya vê herêmê di hundir dewleta Sûriyeyê de were parastin."

Di dawiyê de hat ragihandin ku proseya têkelkirina saziyên rêveberiyê bi hikûmeta navendî re bi çavdêriya navdewletî berdewam dike û dê herêm di bin rêveberiya kurên xwe de xwedî taybetmendiyeke parastî be.