Omêd Sebah: Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî erkên xwe bi cih anîne û şanda danûstandinan naçe Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeka taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemî erkên xwe bi cih anîne û niha tu biryarek nîne ku şandeka danûstandinan biçe Bexdayê.
Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê Omêd Sebah îro (Çarşem, 18ê Sibata 2026ê) got ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dema xwe de lîsteya mûçeyan, hevsengiya pêdaçûnê û para dahatên negirêdayî petrolê pêşkêşî hikûmeta federal kirine.
Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku, divê Bexda mîna parêzgehên din ên Iraqê bi Herêma Kurdistanê re jî serederiyê bike û şandina "pereyan" dereng nexe.
Omêd Sebah li ser serdana şanda Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê jî ragihand: Biryar nîne ku şanda danûstandinan biçe Bexdayê, ji ber ku me her tişt kiriye û tenê şandina pereyan ji aliyê Bexdayê ve dereng maye.
Serokê Dîwana Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê amaje jî da ku, tiştê mayî tenê şandina pereyan ji aliyê hikûmeta federal ve ji bo xerckirina mafên darayî ye.
Navbirî di dawiya daxuyaniya xwe de jî ron kir ku, niha Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal berdewam hevahengiyê dikin û li ser hejmareka mijarên darayî û budceyê dixebitin, da ku piştrastî ji hûrgiliyên datayan û rakirina berbestan bê dayîn.