Erdogan: Em piştgiriyê didin yekkirina Hêzên HSDê di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan helwesteka nû ya welatê xwe li ser paşeroja hêzên Kurdî li Sûriyeyê ragihand û tekez kir ku, Enqere bi girîngî ve li pêvajoya yekkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav dezgehên dewleta Sûriyeyê de dinêre.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Çarşem, 18ê Sibata 2026ê) di dema vegera xwe ya ji welatê Etyopyayê de ji rojnamevanan re ragihand: Tirkiye ji wan pêngavên ku heta niha ji bo yekkirina hêzên Kurdî li Sûriyeyê hatine avêtin razî ye.

Serokkomarê Tirkiyeyê kêfxweşiya xwe ji bo pêşketinên di pêvajoya yekkirina hêzên Kurdî di nav dezgehên dewleta Sûriyeyê de anî ziman. Ev pêşketin jî piştî wê peymana agirbestê çê bûne ya ku di dawiya meha borî de bi navbeynkarî û piştgiriya Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê di navbera aliyan de hat îmzekirin.

Erdogan amaje jî da ku, welatê wî pêvajoya wê hevgirtinê ji nêz ve dişopîne û got: Enqere rênimayên pêdivî li ser çawaniya bicihanîna wê peymanê ji bo misogerkirina tenahiyê li deverê dide.

Ji aliyekê din ve, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li roja Sêşemê tekez li ser pêdivîtiya yekkirina hemî dezgehên "Rêveberiya Xweser" bi pêkhate û dezgehên dewleta Sûriyeyê re kir.

Mezlûm Ebdî ron jî kir ku, ev pêngav ne tenê bi pêkhateya Kurdan ve girêdayî ye, belkî ji bo hemî pêkhateyên deverê pêvajoyeka tevgir e. Amaje jî da ku, pêkanîna hevgirtina bi tevahî di warên îdarî û dezgehî de pêvajoyeka aloz e û dibe ku demeka zêdetir pêdivî be.

Ev guhertina helwesta Tirkiyeyê û hevfêmkirinên nû yên di navbera aliyan de wekî qonaxeka nû di krîza Sûriyeyê û têkiliyên di navbera hêzên Kurdî û dewleta navendî de tê dîtin, ku di bin çavdêriya navneteweyî de tê meşandin.