Rafael Grossi: Civîna Cinêvê erênî bû

Ebas Iraqçî û Rafael Grossi
Ebas Iraqçî û Rafael Grossi

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Îranê û Birêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî di peywendiyeka telefonî de encamên gera dawiyê ya danûstandinên nerasterast ên di navbera Tehran û Waşintonê de li Cinêvê nîqaş kirin, herwesa tekez li ser amadekirina çarçoveyeka mukom ji bo berdewamiya danûstandinan kir.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî û Birêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî Rafael Grossi îro (Çarşem, 18ê Sibata 2026ê) bi rêya telefonê axivîn.

Ajansa IRNAyê ya Nûçeyan got ku, her du aliyan di wê peywendiya telefonî de encamên dawiyê yên danûstandinên nerasterast ên di navbera Îran û Amerîkayê de li Cinêvê nîqaş kirin, û dîtin û nerînên xwe li ser mekanîzm û pêdivîtiyên amadekirina reşnivîsa çarçoveya danûstandinan li hev guhertin.

Di çarçoveya wê peywendiyê de, Wezîrê Derve yê Îranê rêz ji bo tevlîbûna Birêvebirê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî di danûstandinên Cinêvê de anî ziman û tekez kir ku, Tehranê bala xwe daye ser amadekirina çarçoveyeka destpêkî û mukom ji bo pêşvebirina danûstandinên bê.

Li aliyê beranber jî, Rafael Grossi encamên civîna Cinêvê "erênî" binav kirin û amadebûna Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî ji bo pêşkêşkirina piştgirî û alîkariyê di pêvajoya nivîsandina çarçoveya danûstandinan de ragihand.

Gera duyê ya danûstandinên nerasterast ên di navbera her du şandeyên Komara Îslamî ya Îranê û Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê de duhî (Sêşem, 17ê Sibata 2026ê) li Balyozxaneya Omanê li Cinêva paytexta Swîsreyê hat lidarxistin.