Ocalan: Mantiqa jiholêrakirina terorîzmê ne çareserî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyaniyek belav kir. Ocalan di hevdîtinê de bal kişand li ser "Entegrasyona Demokratîk", pênaseya welatîbûnê û avakirina sedsaleke nû û destnîşan kir ku bêyî Kurdan bingeha Komarê nabe.

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî); Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol, roja 16’ê Sibatê çûn Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtineke ku sê saet û nîvan dom kir, pêk anîn. Şandeyê bi daxuyaniyeke nivîskî hûrgiliyên vê hevdîtina krîtîk bi raya giştî re parve kir.

"Mantiqa jiholêrakirina terorîzmê ne çareserî ye"

Abdullah Ocalan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser guherîna siyaseta tundiyê ber bi siyaseta demokratîk ve û diyar kir ku ev yek hêza wan a muzakereyê nîşan dide. Ocalan têkildarî xebatên Komîsyona Meclisê ya li ser raporta aştiyê hişyarî da û got: "Rapora Komîsyonê divê li gorî rastiyên bingehîn ên civakî be. Siyasetek ku bi mantiqa ‘jiholêrakirina terorîzmê nêzî mijarê bibe, ne çareserî ye; ev bi xwe îfadeya neçareseriyê ye."

Ocalan hevdîtina bi şandeyê re wekî "destpêkirina Entegrasyona Demokratîk" pênase kir û û got: "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyek e ku her tim xwe ji nû ve dinirxîne û stratejî û taktîkên xwe diyar dike. Ez vê civîna me wek civîna destpêkirina Entegrasyona Demokratîk dinirxînim.

Bingeha Komarê û Kurd

Ocalan di nirxandinên xwe de bal kişand ser sala 1921’an û axaftina Mustafa Kemal a li Îzmîtê û destnîşan kir ku Komar li ser yekitiya Tirk û Kurdan hatiye avakirin û got: "Ev Komar bêyî Kurdan nehatiye avakirin. Di bingeha Komarê de Kurd hene. Lê belê, metnên qanûnî yên paşê, nasname û zimanê Kurdî qedexe kirin; vê yekê jî înkar û serhildan anîn. Pêvajoya ku em tê de ne, pêvajoya bidawîanîna vê înkarê ye."

"Mîmariya Entegrasyonê û Welatiyê Azad"

Abdullah Ocalan diyar kir, entegrasyona bi komarê re hewceyî "mîmariyeke" nû ye û ev mîmarî bêyî qanûn û prensîban nabe. Wî destnîşan kir ku kêmkirina mijarê tenê bi guhertina çend xalên qanûna cezayî, dê bibe şaşiyeke mezin. Di şûna vê de, Ocalan pêşniyara konseptê "Welatiyê Azad" kir.

Li gorî Ocalan, welatîbûn divê bêyî cudahiya etnîsîte, ol, ziman û îdeolojiyê were pênasekirin: "Ne girîng e ku kesek sosyalîst e an kapîtalîst, Misilman e an Xiristiyan e, Kurd e an Ereb e. Tercîha min ew e ku em bibêjin 'Welatiyê Azad'. Divê ev yek di nav sînorên demokratîk de û bi parastina yekparçeyiya dewletê were kirin."

Xwerêveberiya herêmî û Yekitiya Demokratîk

Ocalan di peyama de, behsa "Peymanameya Ewropî ya Xwe-Rêveberiya Herêmî" bû. Ocalan diyar kir ku ew behsa dewleteke cuda nake, lê belê guhertoyeke berfireh a vê peymanê ku li gorî rastiya civakî ya Tirkiyeyê were sererastkirin, dê bibe bingehek xurt ji bo aştiyê.

Di dawiya peyama xwe de, Ocalan banga "Yekitiya Demokratîk" kir; çi di nav Kurdan bi xwe de û çi jî di navbera Kurdên perçebûyî de. Wî tekez kir ku ev yek ne li dijî dewletê ye, lê belê prensîbeke rêveberiya demokratîk e ku mafê hemû gelan û civakên olî diparêze. Ocalan peyama xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Em xwişk-biratiya ku du sed sal in serbijêr diçe, radikin ser pêyan. Ev avakirina sedsala nû, heta hezar salên nû ye."