Iraqê bi hevkariya Sûriyeyê dest danî ser 400 hezar hebên Kaptagonê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand, di operasyoneke ewlehiyê ya li derveyî sînoran de, dest li ser 400 hezar hebên hişbir hatiye danîn û du bazirganên navdewletî hatine girtin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Iraqê, ev çalakî di çarçoveya hevkariya ewlehî û îstîxbaratî ya di navbera Iraq û Sûriyeyê de hatiye encamdan. Komîteyeke taybet ji Rêveberiya Giştî ya Madeyên Hişbir bi hevahengiya ligel aliyê Sûriyeyê, derbasî nav xaka Sûriyeyê bûne û li parêzgeha Humsê operasyoneke hevpar pêk aniye.
Wezaretê eşkere kir, di encama vê operasyonê de, du gumanbarên sereke yên toreke navdewletî ya bazirganiya madeyên hişbir hatine girtin. Herwiha dest hat danîn ser 400 hezar hebên hişbir ên ji cureyê "Kaptagon" ku ji bo qaçaxçîtiya bi ser sînoran re hatibûn amadekirin.
Wezareta Navxwe tekez kir, ev gav beşek e ji stratejiya wan a pêşwext a li dijî torên qaçaxçîtiyê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin jî, ev hevkarî nîşana asta bilind a hevahengiya her du welatan e ji bo tunekirina vê belayê û parastina ewlehiya herêmê.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Em ê bi hevkariya welatên dost, li her derê li pey bazirganên madeyên hişbir bin, da ku nifşên dahatû ji xeteriyên van madeyan biparêzin."