Ji Şamê gava nû ya hunerî: Dramaya Sûriyeyê bi 21 rêzefîlman vedigere

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Pîşesaziya Sînema û Televîzyonê ya li Şamê, di bin dirûşma "Drama Sûriyeyî Neynika Çîrokê ye" de, werzê xwe yê nû ya sala 2026an ragihand. Ev gava hunerî wekî hewldanekê ji bo vegerandina pêşengiya hunera Sûriyeyê di qada erebî de tê dîtin.

Di konferanseke rojnamevaniyê ya berfireh de, komîteyê aşkere kir, wan 21 berhemên hunerî (rêzefîlm) berhema anîne. Hat diyarkirin ku hemû ev berhem li hundirê axa Sûriyeyê hatine kişandin û lêçûna wan a giştî 25 mîlyon dolarên Amerîkî derbas kiriye. Tê payîn ku ev rêzefîlm di meha Remezana pîroz de bi rêya 50 kanalên televîzyonê û platformên dîjîtal bigihîjin temaşevanan.

Lîstikvana navdar Jenny Esber li perawîza konferansê ji Kurdistan24ê re ragihand, armanca sereke ne tenê hebûna di qadê de ye, lê pêşkêşkirina piştgiriyeke rasteqîn e ji bo bilindkirina asta dramaya Sûriyeyî. 

Esber got: "Armanca me hemûyan wekî hunermend, sendîka û komîteyê ew e ku em dramaya Sûriyeyê vegerînin ser rûmeta wê ya berê û bi ruhê tîmekê hemû astengiyan derbas bikin."

Werzê 2026an bi cihêrengiya xwe balê dikşîne û qalibên klasîk dişkîne. Di berheman de dramaya rasteqîn a bi bandor, komediya biarmanc û çîrokên li ser jiyana kevnar a Şamê bi nêrîneke nûjen cih digirin. Ji berhemên herî berçav ên îsal; rêzefîlmên bi navê "Matbakh al-Madina", "Nuweylat" û "Al-Qaysar" têne naskirin.

Rêveberên dezgehên berhemanînê hêsankariyên ku ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê û bi taybetî ji aliyê Wezareta Ragihandinê û Wezareta Navxwe ve hatine pêşkêşkirin, bilind nirxandin. Serokê kompanyaya "Al-Adeeb" a berhemanîna hunerî, Mehmûd El-Şemsînî ji Kurdistan24ê re diyar kir, karûbarên rûtîn pir bi hêsanî bi rêve çûne û ev yek bûye sedem ku berhem di dema xwe de û bi kalîteyeke bilind a hunerî werin amadekirin.

Derhênerê naskirî Zahir Qusaybatî ji Kurdistan24ê re destnîşan kir, ew dixwazin qonaxeke nû ya pîşeyî û domdar ava bikin. Qusaybatî got: "Em dixwazin berhemên me li gorî daxwaza temaşevanên Sûriyeyî û Ereb bin û layîqî dîroka hunerî ya kevnar a Sûriyeyê bin."