Geştkirina bi timbêlên taybet bo Îranê tê rawestandin

Ev biryar xwediyên pasaportên Iraqî vedigire

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji destpêka meha bê ve, xwediyên pasaportên Iraqî dê nekarin bi timbêlên xwe yên taybet bi rêya Deriyê Perwîzxanê yê Navneteweyî biçin Îranê.

Pişka Ragihandin û Peywendiyan a Komelgeha Deriyê Perwîzxanê yê Navneteweyî îro (Pêncşem, 19ê Sibata 2026ê) haydariyek weşand û tê de ragihand: Em hemî geştyar û welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê haydar dikin ku ji 1ê Adara 2026ê pê ve, her welatiyekê ku pasaporta Iraqê hebe dê nekaribe bi timbêla xwe ya taybet bi rêya Deriyê Perwîzxanê yê Navneteweyî serdana Îranê bike.

Çavkaniya navbirî herwesa got: Ev rawestandin dê berdewam bike heta ku rênima û mekanîzmên nû ji hêla wezaretên peywendîdar ve bên derxistin, paştir hatin û çûna timbêlên taybet ji bo Komara Îslamî ya Îranê dê bi rengekê fermî normal bibe.

Ev haydarî di demekê de ye ku, Komelgeha Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeranê duhî (Çarşem, 18ê Sibata 2026ê) sedema rawestandina geştkirina xwediyên pasaporta Iraqê bi timbêlên taybet ji bo Îranê ron kir. Ev biryar tenê timbêlên taybet vedigire û armanc jê xizmetkirin û baştir rêkxistina karûbarên geştiyaran e. Ji ber vê yekê jî haydarî van guhertinan bin:

- Ji bo danîna rêkar û mekanîzmên guncayî û rêkxistina karûbaran li gorî rênimayên wezaretên peywendîdar, biryar hat dayîn ku hatin û çûna timbêlên geştyarî bê rawestandin.

- Ev biryar dê di 1ê Adara 2026ê de bê bicihanîn û geştkirin bi timbêlên taybet dê bê rawestandin.

- Li ser dema destpêkirina hatin û çûna timbêlên taybet, deriyê navbirî amaje da wê yekê jî ku, piştî temamkirina rêkaran û dubare rêxistinê, geştyar dê bên haydarkirin.