Berevaniya Tirkiyeyê: Divê HSD bi lez tevî artêşa Sûriyeyê bê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê ragihand ku, ew li bendê ne ku pêvajoya tevlihevkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi artêşa Sûriyeyê re bi lez bê bicîhanîn, ji ber ku tu bijardeyên din li ber destê aliyan nînin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê Zeki Akturk îro (Pêncşem, 19ê Sibata 2026ê) di konferanseka rojnamevanî de li ser rewşa navxweyî ya Sûriyeyê got ku, ew li bendê ne ku pêvajoya tevlihevkirina çekdarên HSDê di nav artêşa Sûriyeyê de û bicîhanîna peymana di navbera wan de bi lez bên bicîhanîn.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê herwesa got: Em rewşa Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin û me hemî amadekarî û rêkarên ku xizmeta berjewendiyên Tirkiyeyê dikin bi cih anîne.

Zeki Akturk herwesa ragihand ku, di bicihanîna peymana di navbera HSD û Şamê de, tu bijaredeyeka din li ber destê aliyan nîne, ji ber ku ev peyman ji bo parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê girîng e û bingehên yek artêş û yek dewletê xurt dike.

Ev jî di demekê de ye ku, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li roja Înê (30.01.2026) hûrgiliyên stratejîk ên lihevkirina bi hikûmeta nû ya Şamê re eşkere kirin. Mezlûm Ebdî eşkere jî kir ku, ev pêngava wan ji bo pûçkirina planên qirkirina gelê Kurd hatiye avêtin. Xalên herî girîng jî ev in:

- Hêzên leşkerî: Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê bibe pareka Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê, lê wekî lîwa û yekîneyên leşkerî dê li deverên xwe bimînin.

- Doza Ewlehiyê: Hêzên Ewlehiyê dê bibin pareka Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê û dê erkê parastina nav bajaran werbigirin; Artêşa Sûriyeyê dê neçe nav tu bajar û gundê Kurdan.

- Birêvebirin û Ziman: Perwerde bi zimanê Kurdî li dibistan û zanîngehan dê bê fermîkirin. Karmendên Rêveberiya Xweser dê bibin karmendên dewletê û birêvebirina deverê dê di destê xelkê deverê de be.

- Rewşa Kobaniyê: Dorpêça li ser Kobaniyê dê bê rakirin û ew hêz dê ji hundir bo derdora wî bajarî bên vekişandin.

- Garantiya navneteweyî: Amerîka û Fransa li ser wan hûrgiliyan haydar in û dê wekî garantîkerên siyasî bimînin.

Mezlûm Ebdî tekez jî kir ku, her çend ew lihevkirin li asta hemî daxwazên wan nîne jî, lê ew ji bo parastina destkeftiyan di vê qonaxê de çêtirîn vebijark bû.