Keçên Qamişloyê di meha Remezanê de xwarinê ji koçberan re amade dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Qamişloyê, koma bi navê "Keçên Ciwanên Rojavayê" bi boneya hatina meha Remezanê dest bi kampanyayeke mirovî kirin. Ev kom xwarina fitarê ji bo koçberên ku ji Efrîn, Reqa, Tebqa, Hesekê û Helebê hatine û li dibistanan dimînin, amade dike.
Berpirsa koma "Keçên Ciwanên Rojavayê" Hêlîn Osman ji Kurdistan24ê re ragihand, wan di roja yekem a Remezanê de dest bi amadekirina xwarinên germ kiriye û got: " Me îro xwarin ji bo nêzîkî 70 kesî amade kiriye. Heger alîkarî zêde bibin, em dixwazin rojane xwarinê bidin 300 kesî. Em van xwarinan digihînin koçberên ku di dibistanan de dimînin."
Hêlîn Osman diyar kir, koma wan li ser torên civakî wekî Instagram û Facebookê ji 157 hezar jinan pêk tê. Alîkariyên ku ji bo koçberan têne berhevkirin, bi piranî ji aliyê Kurdên li derveyî welat û Ewropayê ve têne şandin. Osman tekez kir ku ev ne karê wan ê yekem e; wan berê jî cilûberg, betanî û şîrê zarokan li koçberan belav kirine û alîkariyên xwe gihandine bajarê Kobanê jî.
Ji bilî vê destpêşxeriya keçên ciwan, li bajarê Qamişlo û herêmên din Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û gelek rêxistinên din ên mirovî bi berdewamî alîkariyên wekî xwarin û pêdiviyên jiyanê digihînin koçber û malbatên hewcedar, da ku barê wan di vê meha pîroz de sivik bikin.