SOHR: Amerîka beşek ji hêzên xwe ji Hesekê vedikişîne Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, hêzên Amerîkayê li parêzgeha Hesekê dest bi valakirina baregeha xwe ya "Qesrik"ê kirine û hêzên xwe ber bi axa Herêma Kurdistanê ve vedikşînin.

Rewangehê ji Kurdistan24ê re aşkere kir, li baregeha "Qesrik" a ku dikeve bakurê rojhilatê bajarê Hesekê, tevgerên lojîstîkî yên pir xurt hene. Li gorî zanyariyan, Amerîka dest bi vekişîna hêzên xwe yên ji vê baregehê kiriye.

100 barhilgir û amûrên giran

Li gorî SOHRê, nêzîkî 100 barhilgir ji Herêma Kurdistanê gihîştine baregeha Qesrikê û dest bi barkirina kelûpel, amûrên leşkerî û teknîkî kirine. Hat destnîşankirin ku karwanekî mezin ku ji 100 amûrên giran pêk dihat, ji baregehê derketiye û di deriyê sînorî yê "El-Welîd" re derbasî nava axa Herêma Kurdistanê bûye.

Tevî ku li ser erdê tevgera vekişînê bi awayekî pratîkî dest pê kiriye jî, heta niha aliyê Amerîkayê ti daxuyaniyeke fermî derbarê vê mijarê de nedaye. Hîn ne diyar e ku ev tevger vekişîneke tam a Amerîkayê ye ji herêmê, yan jî tenê planeke ji bo ji nû ve dabeşkirin û guhertina cihê hêzan e.