Li Diyarbekirê meşa Roja Zimanê Zikmakî: Kurd daxwaza statuyê dikin

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê bo Roja Zimanê Zikmakî meşek girseyî hat li darxistin, beşdarên meşê daxwaz kirin ku li Tirkiyeyê zimanê kurdî û nasnameya kurd di çarçoveya desturî de were nasîn û rê li ber perwerdehiya zimanê zikmakî were vekirin. Dayîkên beşdarî meşê buyîn jî bang kirin ku kurd di hemu qadên jiyanê de li zimanê xwe xwedî derbikevin û bi kurdî biaxifin.

Bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ji aliyê Dem Partî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û partî û rêxistinên hevgirtiyên wan ve li Diyarbekirê çalakiyek hat li darxistin. Beşdarên çalakiyê li ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk hatin cem hev. Di çalakiyê de zimannas û mamosteyên zimanê kurdî bang li raya giştî ya kurd kirin ku bo kurdî daxwaza statuye bikin lê  bi xwe jî gavan bavêjin û tişta ji destê wan bê bo ziman bikin. 

Zimannas Zana Farqînî ji K24ê re got: “Bi rastî êdî bes e divê em li zimanê xwe xwedî derbikevin, baş e bila em rexne li siyasetmedaran bikin, bila em rexne li dewletê bikin û daxwaza fermîbuna zimanê kurdî bikin lê divê em bi xwe jî li zimanê xwe xwedî derbikevin û li gorî hêza xwe gavê pratik bavêjin. Ji berk u dema ziman biçe pê re axaftin tenê naçe, pê re dîrok jî diçe, çand jî diçe, wêje jî diçe.”

Di çalakiya roja zimanê zikmakî de meşek girseyî hat li darxistin, pankartên ku daxwaza fermîbuna zimanê kurdî tê de tê kirin hatin hilgirtin, diruşmeyên xwedîlêderketina zimanê kurdî hatin berzkirin û meş heta ber bîrdariya danezana mafên mirovan a gerdunî ya neteweyên yekgirtî dom kir û li vê derê jî daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku divê êdî ziman û nasnameya kurd jî di makezagonê de cih bigire.

Dayîka Aştiyê, Meyrem Soylu dibêje: “Banga min li nifşên nû û li bukên nu ew e kul i zimaê xwe xwedî derbikebin, li her qadê bi bi zimanê xwe biaxifin, dewlet bi zanebunî pêş li ziman digire û dizane ku dema ziman here her tişt diçe, bil ali kuçe, kolan, bazar û marketan kurd bi kurdî biaxifin, bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî.”