Tirkiye dixwaze girtiyên xwe yên DAIŞî ji Iraqê vegerîne

Anil Bora Inan
Anil Bora Inan

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê ragihand ku, di navbera Bexda û Enqereyê de ji bo vegerandina girtiyên DAIŞê yên ku nasnameya Tirkiyeyê heye hevfêmkirineka pêşketî heye. Amaje jî da ku, hejmara wan zêdetir ji 180 terorsîtan e ku niha di girtîgehên Iraqê de ne.

Balyozê Tirkiyeyê li Iraqê Anil Bora Inan îro (Yekşem, 22ê Sibata 2026ê) ragihand ku, meha bê li Bexdayê civînek dê ji bo danana rêkarên dawiyê ji bo vegeranadina wan çekdarên DAIŞê yên ku nasnameya Tirkiyeyê heye bê lidarxistin, bi awayekî ku garantiya temamkirina rêkarên qanûnî bi rengekê birêkûpêk û berfireh bike.

Anil Bora Inan tekez li ser wê yekê jî kir ku, vegerandina welatiyên Tirkiyeyê tevî zarokên bi wan re pêngaveka bingehîn e ji bo çareserkirina encamên qonaxa piştî DAIŞê û kêmkirina zexta li ser dezgehên ewlehî û dadweriyê yên Iraqê, ev jî bi pabendbûna bi tevahî bi çarçoveyên qanûnî yên zelal ji bo piştrastkirina nasnameyan û rêkxistina rêkarên dadweriyê.

Navbirî tekez li ser piştgiriya welatê xwe ji bo wê tenahiya ku Iraqê bi dest xistiye jî kir, herwesa bal kişand ser başbûna rewşa ewlehiyê û pêşxistina têkiliyên herêmî û navneteweyî yên Iraqê.

Doza girtiyên biyanî li Iraqê girîngiyeka taybetî heye, ku Iraq ji ber wê rûbirûyî qebxwaziyeka mezin di birêvebirina bi hezaran endamên terorîst ên ji neteweyên cuda cuda de bûye, ji ber ku Bexda berpirsiyara girtin û darizandina wan e.

Ev yek jî bargiraniyeka mezin ji bo dezgehên ewlehî û dadweriyê çê dike. Herwesa vegerandina welatiyên biyanî ji bo welatên wan wekî pêngavekê ber bi çespandina bingehên berpirsiyariya navneteweyî ya hevpar di şerê li dijî terorê de tê dîtin.