Parêzgarê Kerkûkê: Artêşa Iraqê ji taxa Newrozê vekişiya
Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê Kerkûkê ragihand ku pirsgirêka xwediyên xanîyên Kurd li taxa Newrozê çareser bûye û got ku, artêşa Iraqê ji wê taxê vekişiyaye û xwedîtîya wan xanîyan dê ji alîyê parêzgehê ve bê çavdêrîkirin.
Li ser sibeha îro (Yekşem, 22ê Sibata 2026ê) li taxa Newrozê ya bajarê Kerkûkê alozî çê bûn, piştî ku hêzeka artêşa Iraqê êrîşî çend xanîyên welatiyên Kurd kir û ew bi zorê ji malên wan derxistin.
Piştî bûyerê, Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha serdana wê taxê kir û bi welatiyan û fermandarên leşkerî re civiya. Parêzgarê Kerkûkê di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re ragihand: Ev xanî milkê dewletê ne û ne yên tu kesekî ne. Ew xelkê li vê derê piştî pêvajoya azadkirinê hatine nav van xanîyan. Ev çend roj bûn ku efserên artêşê çûne nav wan xanîyan û malbatek derxistibûn.
Rêbwar Taha herwesa got: Niha em hatine û me hem ew malbat vegerand nav xaniyê wan û hem jî me xanîyên din wergirtin. Ji niha û pê ve, ew hemî dê wekî milkê rêveberiya Parêzgeha Kerkûkê bên hesibandin û em dê wekî parêzgeh çavdêriya wan bikin.
Navbirî di derheqa çareserkirina vê pirsgirêkê de amaje da ku, wî bi Serokê Erkanên Artêşa Iraqê re têkilî danîye û ron kir: Çareserî ew e ku artêş dê bi tevahî ji vê deverê derkeve û li vê derê namîne. Xwediyên wan xaniyan dê vegerin nav malên xwe û birêvebirina wan xaniyan dê li cem me be. Her efserekê ku serederiyeka nebaş kiribe jî, lêpirsîn dê pê re bê kirin.
Pirsgirêka milkdariyê li Kerkûk û deverên din ên ku nakokî li ser heye pirseka aloz û demdirêj e girêdayî siyaseta Erebîkirinê ya rejîma berê ye. Piştî pêvajoya azadkirina Iraqê di sala 2003ê de, bizav hat kirin ku rewş bi rêya madeya 140ê a destûrê bê normalkirin û mafê xelkê resen ên wê deverê bê vegerandin, lê bicihneanîna bi tevahî ya wê madeyê ew pirsgirêk bê guhertin hişt.
Ji piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê û vekişîna hêzên Pêşmergeyan, careka din zext li ser şêniyên Kurd li wan deveran zêde bûne û çend gelek caran bizav hatine kirin ku ew ji malên wan bê derxistin, xasma jî li wan taxên ku xaniyên wan pêştir milkê hikûmetê bûn.