Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê re dixwaze

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameka sersaxiyê arasteyî Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê kir, ji ber koça dawiyê ya birayê wî Ebdulmunim Elaq.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 22ê Sibata 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek parve kir û tê de ragihand: Ez sersaxiyê ji Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî Elaq re dixwazim û ji dil û can hevxemiya xwe ji wî re diyar dikim, ji ber koça dawiyê ya birayê wî Ebdulmunim Elaq.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de herwesa got: Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku, canê rehmetî bi bihuşta mezin şa bike û sebir û hedarê bide malbata wî û kesûkarên wî.