Mesrûr Barzanî û Qusey Mehbûbe avakirina kabîneya nû ya hikûmeta federal nîqaş kir

Mesrûr Barzanî û Qusey Mehbûbe
Mesrûr Barzanî û Qusey Mehbûbe

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Partiya Emarciyê ya Lîberalî ya Iraqê û serkirde di Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê de rewşa giştî ya Iraq û deverê û avakirina kabîneya nû ya hikûmeta federal nîqaş kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandinek parve kir û tê de amaje da ku, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 23ê Sibata 2026ê) pêşwaziya Serokê Partiya Emarciyê ya Lîberalî ya Iraqê û serkirde di Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê de Qusey Mehbûbe kir.

Wê ragihandinê eşkere jî kiriye ku, di wê civînê de rewşa giştî ya Iraq û deverê û bizav û danûstandinên avakirina kabîneya nû ya hikûmeta federal jî hatin nîqaş kirin.