Bahçelî: Dora çaksaziyên siyasî û hiqûqî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî, ku wekî destpêşxerê pêvajoya nû ya aştiyê tê dîtin, ragihand ku qonaxa bê dê çaksaziyên siyasî û hiqûqî li xwe bigire û bi bêdengbûna çekan re, dê êdî siyaset biaxive.
Bahçelî di axaftina xwe de got: "Li welatê me Tirk her çi bin, Kurd jî ew in û di heman astê de ne. Rûmeta Tirk, rûmet Kurd e jî." Herwiha bal kişand ser wê yekê ku dibe di hinek qonaxên dîrokî de ji ber nêzikatiyên îdeolojîk şaşî hatibin kirin, lê prensîpa bingehîn a dewletê her gav hemwelatiya wekhev bûye.
Serokê MHP’ê aşkere kir, Komîsyona Aştiyê ya Meclisê rapora xwe ya dawî ku stûna herî girîng a pêvajoyê ye temam kiriye. Bahçelî destnîşan kir, nexşerêya pêvajoyê diyar e û qonaxa bê dê bi çaksaziyên siyasî û hiqûqî berdewam bike. Bahçelî got: "Her kengî çek bêdeng bûn, siyaset dê biaxive."
Derbarê kesên ku çekên xwe datînin, Bahçelî anî ziman ku dê tevlihevbûna wan a di nav civakê de gav bi gav were kirin, lê ev yek dê di çarçoveya hiqûq û dadperweriyê de be, bêyî ku bibe sedema "lêborîneke giştî". Herwiha wî bang kir ku divê KCK tavilê were hilweşandin.
Bahçelî herwiha daxwaz kir ku tayînkirina qeyûman di nava sînorên demokrasiyê de ji nû ve were nirxandin. Bahçelî bi taybetî navê her du şaredaran hilda û got: "Divê Ahmet Turk û Ahmet Ozer, şaredarên ku ji kar hatine dûrxistin, dîsa vegerin ser karên xwe."