Cihekê şûnwarî li Hewlêrê hat dîtin
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebirê Giştî yê Şûnwar û Kelepûrên Hewlêrê eşkere kir ku, cihekê şûnwarî hatiye dîtin û tê pêşbînîkirin ku dîroka wî cihî vegere serdema Sasaniyan.
Birêvebirê Giştî yê Şûnwar û Kelepûrên Hewlêrê Nadir Babekir îro (Sêşem, 24ê Sibata 2026ê) ji malpera Kurdistan24ê re got: Di çend rojên borî de di dema karkirinê de li nêzîkî cadeyeka taxa Baxluminareyê ya Hewlêrê, karkeran hejmareka hestiyên mirovan dît. Di dû re bi tîmên me re têkilî hat danîn û piştî pişkinînan eşkere bû ku cihekê dîrokî li wê deverê heye.
Birêvebirê Giştî yê Şûnwar û Kelepûrên Hewlêrê amaje jî da ku, hejmareka pereyên zîv hatiye dîtin, tevî hebûna 100 kuloxkên mirovan, û tê payîn ku dîroka wan vedigere serdema Sasaniyan.
Nadir Babekir eşkere jî kir ku, pereyên kevn, tevî du xirxalên bronz, du ristikên mirarî, bazinekê hesinî û çar perçeyên gozikan li wê deverê hatine dîtin.
Navbirî di derheqa pişkinînên wan hestî û kuloxkan de ragihand: Pişkinîna DNAyê jê re tê kirin, herwesa heta niha ne diyar e ka ew cih dê wekî cihekê şûnwarî bimîne an jî em dê wan li muzexaneyê danin.