Li Tirkiyeyê firokeyeke F-16 kete xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê firokeyeke şer a cureyê F-16 kete xwarê. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê jî piştrast kir ku di encama bûyerê de, pîlotê firokeyê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê, îro 25ê Sibatê di saet 00:56an de peywendiya wan bi firokeyê re qut bûye. Piştî qutbûna peywendiyê, tavilê operasyoneke lêgerînê hat destpêkirin û di encamê de, bermayiyên firokeyê hatin dîtin û hate tespîtkirin ku firoke ketiye xwarê.

Wezareta Berevaniyê ragihand, tîmên wan ên taybet ji bo diyarkirina sedema rûdanê dest bi lêkolînên teknîkî kirine. Hevdem, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akîn Gurlek aşkere kir, li ser asta hiqûqî jî lêpirsîn hatiye destpêkirin û Serdozgerê Komarê yê Balikesîrê bi xwe çavdêriya dosyeyê dike.

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê jî di daxuyaniyekê de tekez kir, ew pêvajoyê ji nêz ve dişopînin û bi hemû saziyên pêwendîdar re di koordînasyoneke tam de ne, daku hûrgiliyên bûyerê werin ronîkirin.

Hêza Asmanî ya Tirkiyeyê xwediyê zêdetirî 200 firokeyên şer ên cureyê F-16 ye û ev firoke wekî stûna sereke ya parastina asmanî ya wî welatî tên hejmartin.