Gurlek: Armanca pêvajoyê hilweşandina PKKê ye; lêborîna giştî tune ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand, armanca dawî ya pêvajoya li dar e, ew e ku PKK çekan deyne û bi temamî were hilweşandin. Herwiha tekez kir jî, di vê pêvajoyê de ti lêborîneke giştî yan jî guhertineke qanûnî ya ji bo kesekî taybet nayê kirin.
Akin Gurlek aşkere kir ku raporta dawî ya Komîsyona Parlamentoyê ya derbarê "Tirkiyeyeke Bêteror" de hatiye temamkirin û pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê hatiye kirin. Gurlek diyar kir ku wekî Wezareta Dadê, wan tîmeke taybet a hiqûqî ava kiriye daku di mijarên qanûnî de kar ligel parlamentoyê bike.
Wezîrê Dadê derbarê armanca sereke ya dewletê de got: "Armanca dawî bêguman ew e ku rêxistin çekan deyne û PKK bi temamî were hilweşandin. Ev daxwaza me ya bingehîn e."
Akin Gurlek bal kişand ser aliyê hiqûqî yê guhertinan û destnîşan kir ku biryar di destê parlamentoyê de ye û got: "Divê baş were zanîn ku di nav vê pêvajoyê de bi ti awayî lêborîneke giştî tune ye. Her wiha ti nêzîkatiyek ji bo derbasbûna mijaran a bêyî cezakirin di rojevê de nîn e. Herwiha ti guhertinên qanûnî yan jî guhartinên taybet ji bo kesekî tune ne."