Li Akrê çandina darên fistiqan bi serkeftî berfireh dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Cotyarên qezaya Akrê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, di salên dawî de giringiyeke mezin didin çandina darên fistiqan. Li gorî pispor û cotyaran, ax û keşûhewayê Akrê ji bo berhemanîna fistiqan pir guncayî ye û ev yek bûye sedem ku hejmara darên fistiqan her sal zêdetir bibe.

Cotyarên herêmê yên ku li ser gir û çiyayên Akrê mijûlî çandina şitilên fistiqan in, diyar dikin, ev berhem di warê aborî de sûdeke mezin dide wan. Cotyarê bi navê Eyûb Elî ji Kurdistan24ê re got: "Herêma me herêmeke çiyayî ye û ji bo fistiqan gelekî baş e. Berê jî fistiq li vir dihatin çandin û encamên baş didan, lewma em niha hîn bêtir giraniyê didinê."

Her wiha cotyarê bi navê Hacî Mihemed jî destnîşan kir ku axa Akrê "axa zêrîn" e û ji bilî fistiqan, ji bo çandina zeytûn, behîv û simaqê jî gelekî guncan e.

Li gorî amarên Rêveberiya Çandiniyê ya Akrê, pêşkeftineke berçav di kerta çandiniya fistiqan de heye:

- Li sînorê qezayê 38 hezar darên fistiqan hene.

- Salane zêdetirî 30 hezar kîlo fistiq li vê herêmê tê berhemanîn.

- Ji ber tîpografiya herêmê ku ji çiyayî ye, darên fistiqan bêtir li vê herêmê berhemê didin.

Rêveberê Çandiniya Akrê Fazil Mistefa diyar dike, keşûhewayê herêmê ji bo berhemanîna fistiqan mîna standardên cîhanî ye. Ji ber vê yekê, hikûmet û cotyar bi hev re kar dikin daku Akrê di paşerojê de bibe navendeke giring a hinartina fistiqan li ser asta Kurdistan û Iraqê.

Akrê ku berê bi pîvaz û birincê xwe dihat naskirin, niha bi berfirehbûna baxên fistiqan re, rengekî nû dide aboriya herêmê û jîngeha Kurdistanê kesk dikin.