Beqayî: Danûstandinên îro cidî bûn û pêşniyarên girîng hatin parvekirin

Îsmaîl Beqayî
Îsmaîl Beqayî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îranê hûrgiliyên gera nû ya danûstandinên Îranê bi Amerîkayê re li Cinêvê eşkere kirin û ragihand ku, zêdebarî wê yekê ku her du aliyan nêrînên xwe bi awayekî cidî anîne ziman jî, lê daxuyaniyên cuda ên dijhev ên rayedarên Waşintonê wêneyekî şêlû li ser cidîbûna Amerîkayê çê kiriye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro (Pêncşem, 26ê Sibata 2026ê) di konferanseka rojnamevanî de li Cinêvê got ku, şandeya danûstandinan a welatê wî danûstandinên cidî û berfireh ji bo dema nêzîkî sê saetan bi Amerîkayê re kirine.

Beqayî amaje da wê yekê jî ku, ew civîn bi amadebûna kesatiyên navdar, wekî Wezîrê Derve yê Omanê û Birêvebirê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî, hat lidarxistin. Tekez jî kir ku, her du tîmên danûstandinan ên Amerîka û Îranê dîtin û nêrînên xwe bi awayekî cidî anîne ziman.

Tevî vê erênîbûna di wan civînan de jî, Beqayî nîgeraniya xwe anî ziman û ragihand: Daxuyaniyên dijhev ji aliyê hin rayedarên Amerîkayî ve tên bihîstin, ku ev jî dibe sedema gumankirina li ser asta cidîbûna wan di vê pêvajoyê de.

Navbirî tekez li ser bingeha danûstandinan jî kir û got: Helwestên me binecih û neguher in. Herwesa hêvî kir ku, danûstandinên îro êvarê li ser her her du mijarên sereke, “bernameya atomî” û “rakirina cezayan”, bên berdewamkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê li ser mekanîzma pejirandina pêşniyaran jî ron kir ku, di çarçoveya danûstandinên îro de gelek pêşniyar hatine amadekirin, lê "pêdivîtiya hin ji wan pêşniyaran bi wê yekê heye ku bi serkirdetiyan re li paytextan bên şêwirandin" berî ku biryara dawiyê li ser wan bê dan.

Beqayî di derheqa bernameya wan civînan de jî piştrast kir ku, biryar e ku ew danûstandin li dora saet 6:00 ê êvarê bi dema Cinêvê, ku dibe nêzîkî saet 8:00 ê şevê bi dema Kurdistanê, bên destpêkirin.

Ajansa Reutersê ya Nûçeyan jî ji zarê rayedarekî payebilind ê Îranê belav kiriye ku, “danûstandinên bi Amerîkayê re li Cinêvê berfireh û cidî ne”.