Parlamentoya Iraqê bernameya rûniştina xwe ya bê belav kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Parlamentoya Iraqê bernameya rûniştina xwe ya bê li roja Yekşemê belav kir, ku ew rûniştin ji du xalan pêk tê.

Nivîsîngeha medyayê ya Parlamentoya Iraqê îro (Pêncşem, 26ê Sibata 2026ê) bernameya rûniştina xwe ya roja Yekşema bê, 1ê Adara 2026ê, belav kir.

Li gorî wê daxuyaniyekê, xala yekê ya wê rûniştinê ji bo dengdana li ser komîteyên herdemî yên Parlamentoya Iraqê û xala duyê jî ji bo nîqaşa giştî ye.

Her di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, ew civîn dê saet 9:00 ê şevê bi dema Bexdayê bê lidarxistin.

Ev jî di demekê de ye ku, Serokê Parlamentoya Iraqê di rûniştina borî de xala biryardana li ser posta Serdarê Artêşa Iraqê ji bo pêkhateya Şîeyan zêde kir, tevî ku ew xal di bernameya wê rûniştinê de nebû.

Li gorî adeta siyasî ya Iraqê, posta Serdarê Artêşa Iraqê para Kurdan e. Wê tevgera Serokê Parlamentoya Iraqê aliyên Kurdistanî hêrs kirin û piraniya Suniyan jî nerazîbûna xwe li ser wê tevgerê nîşan da.