Mesrûr Barzanî biryareke girîng bo yekkirina hêzên Pêşmergeyan îmze kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya bizavên berdewam ên kabîneya nehê ji bo reform û rêkxistina hêzan de, îmze li ser desthilatên îdarî, darayî, qanûnî û têkiliyan ên fermandariyên deverên girêdayî Wezareta Pêşmerge kir.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî îro (Pêncşem, 26ê Sibata 2026ê) di daxuyaniyekê de hûrgiliyên biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kirin.
Pêşewa Hewramî ragihand: Di berdewamiya bicihanîna bernameya kabîneya nehê de, ji bo reformên di rêzên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de, Serokwezîr îmze li ser desthilatên îdarî, darayî, qanûnî û têkiliyan ên girêdayî fermandarê fermandeyên deverên girêdayî Wezareta Pêşmerge kir.
Yekkirina hêzan û xwestekên Hevpeymanan
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got ku, ev biryar pêngaveke kiryarkî ye di pêvajoya rêxistin û yekkirina hêzên Pêşmergeyan de.
Navbirî ron jî kir: Îmzekirina van desthilatan bi xwestekên hêzên Hevpeymanan re paralel e û herwesa parek ji peymana stratejîk a di navbera pêkhateyên Wezareta Pêşmerge de ji bo yekkirina hêzan e, ku Wezareta Pêşmerge di vê pêvajoyê de gelek bizav kirine û karekî cidî kiriye.
Nerîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hebûna hêzeke neteweyî
Pêşewa Hewramî li ser rola Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê pêvajoyê de jî tekez kir ku, ev biryar nerîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo çêkirina hêzeke neteweyî nîşan dide.
Navbirî herwesa got: Serokwezîr Mesrûr Barzanî her tim piştgiriya xwe bi tevahî nîşan daye, ji bo ku Herêma Kurdistanê yek hêza Pêşmergeyan a yekgirtî û neteweyî hebe. Pêxemetî vê yekê jî, wî berdewam bizav û piştgirî hebûne û biryara îro jî temamkera wan bizavan e.