Ocalan bi du endamên malbata xwe re civiya

Ocalan
Ocalan

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê girtî rojekê beriya salvegera banga xwe ya çekdanînê ji bo çekdarên PKKê bi du endamên malbata xwe re civiya.

Nivîsîngeha Şêwirmendiyê ya Qanûnî ya Asrînê, ku ji koma parêzerên Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan pêk hatiye, di daxuyaniyekê de got ku, Abdullah Ocalan îro li girava Îmraliyê bi birayê xwe Mihemed Ocalan û biraziyê xwe Omer Ocalan re civiya.

Herwesa girtiyên din jî yên Îmraliyê, wekî Hamili Yildirim, Omer Xeri Konar, Ergin Atabay û Mahmut Yamalak, bi endamên malbatên xwe re civiyan.

Ev hevdîtin di demekê de ne ku, Omer Ocalan pêştir peyameke Abdullah Ocalan belav kiribû. Herwesa tê gotin ku, Abdullah Ocalan dê sibe bi helkefa salvegera banga xwe ya çekdanînê ji bo çekdarên PKKê peyameke nû belav bike.