Tuncer Bakirhan: Bo biserxistina aştiyê divê siyaseta qeyûman bê bidawîanîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ragihand ku, ji bo biserxistina qonaxa nû ya pêvajoya aştiyê, divê sepandina qeyûman bê bidawîanîn û Hevserokên Şaredariyan ên ku ji kar hatine derxistin ji bo ser kar û erkên wan bên vegerandin.
Dem Partiyê îro (Pêncşem, 26ê Sibata 2026ê) bi tevlîbûna hevserokê wê partiyê Tuncer Bakirhan li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê çalakiyek bi dirûşma "Em berevaniyê ji îradeya xwe dikin, em dengê xwe li dijî sepandina qeyûman bilind dikin" li dar xist, û hevserokên şaredariyên parêzgeh û deverên girêdayî Dem Partiyê jî tevlî wê bûbûn.
Hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan herwesa got ku, wan bi hevserokên şaredaredariyan re nîqaşeke berhemdar kiriye. Destnîşan jî kir ku, ew ji sala 1999ê ve di rêveberiya xwecihî de xwedî ezmûn in. Herwesa got: Her çend di qonaxên cuda cuda de veqetiyan hebûn jî, lê projeyên demokratîk, zelal, çalak û bibibandor, azadiya jinan û dostên jîngehê bi cîh anîne.
Hevserokê Dem Partiyê behsa wê yekê jî kir ku, wan ew kar û proje nirxandine yên ku divê ji aliyê birêvebirên xwecihî ve di qonaxa bê de bên bicîhanîn.
Tuncer Bakirhan destnîşan jî kir ku, ji sala 2016ê heta niha, ev sê ger in ku îradeya gel tê zevtkirin û şaredarî bi awayekî neqanûnî tên birêvebirin. Herwesa got: Zevtkirina posta serokatiya şaredariyan bi qeyûman ji bo welat bûye şermezarî.
Navbirî herwesa got: Di hilbijartinên dawiyê de, welatiyan bi hilbijartina partiya xwe helwesta xwe li dijî qeyûman nîşan daye û divê sepandina siyaseta qeyûman bê bidawîanîn.
Hevserokê Dem Partiyê herwesa got: Di qonaxekê de ku behsa 'pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk' tê kirin, divê şaredarî radestî nûnerên rastîn ên gel bên kirin. Tekez jî kir ku, divê 13 hevserokên şaredariyan ku postên wan hatine zevtkirin vegerin ser karên xwe, ji bo vê yekê jî rêkarên qanûnî dikarin bên bicihanîn.
Tuncer Bakirhan her li ser hilweşandina biryara qeyûman got: Şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê hatine bindestkirin, lê ew pêngavên ku ji aliyê Wezîrê Navxwe yê nû ve di vî warî de tên avêtin dikarin xizmeta wê pêvajoyê bikin, xasma jî di vê mehê de mimkin e pêngavên kiryarkî bên avêtin, ji ber ku nehêlana qeyûman dikare bibe pêngava yekê ya qonaxa nû ya pêvajoya aştiyê.
Hevserokê Dem Partiyê herwesa got: Ji bo biserxistina vê qonaxa nû, divê sepandina qryûman bê bidawîanîn, ji ber ku gel dixwaze pêngavên kiryarkî li şûna gotinan bibîne. Ji ber vê yekê jî, vegerandina wan hevserokên şaredariyan ên ku ji kar hatine dûrxistin dikare bibe destpêka qonaxeke nû ya girîng.