Aydin Altag: Divê dewlet bi gavên yasayî û demokratîk bersiva banga aştiyê bide
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) Aydin Altag, di salvegera yekem a banga Abdullah Ocalan de, ji Kurdistan24ê re ragihand, çareserkirina pirsa Kurd kilîta aramiya hemû Rojhilata Navîn e. Altag tekez kir ku ev pêvajo fersendeke dîrokî ye ku divê dewlet bi gavên yasayî û demokratîk bersiveke guncav bide.
Aydin Altag bal kişand ser bandora herêmî ya pirsa Kurd û diyar kir, çareserî ne tenê ji bo Tirkiyeyê, lê ji bo Iraq, Sûriye û Îranê jî girîng e. Altag got: "Ev pirsgirêkeke sed salî ye. Heke li vir aştiyeke rastîn pêk were, dê bandoreke erênî li hemû welatên cîran bike û herêm ji tundûtûjiyê rizgar bibe. Aramiya Enqereyê, aramiya Hewlêr, Bexda û Şamê ye."
Altag destnîşan kir, banga ku sala borî hatibû kirin, deriyekî giring vekir û pêngaveke baş bû. Lê belê wî hişyarî da ku tenê bi peyvan aştî nabe: "Pêwîst e em ji zimanê çekan derbasî zimanê siyasetê bibin. Divê dewlet û hikûmet nexşerêyeke zelal amade bikin û di çarçoveya hiqûqê de mafên Kurdan biparêzin. Bêyî reformên hiqûqî û demokratîk, pêvajo dê nîvco bimîne."
Derbarê nîqaşên li ser navê pirsgirêkê û raportên dawî yên meclisê de, Serokê Şaxa Diyarbekirê yê Partiya Pêşerojê got: "Navê wê çi were danîn, çi 'pirsa terorê' çi jî tiştekî din, her kes dizane ku bingeha vê mijarê nasname û pirsa Kurd e. Divê mafên Kurdan ên di warê ziman, çand û nasnameyê de werin naskirin, daku jiyaneke hevbeş û wekhev li ser bingeha hemwelatiyê ava bibe."
Aydin Altag di dawiya axaftina xwe de bang li hemû aliyên siyasî û civakî kir ku bi aqilekî hevpar û bi rêzgirtina li mafên mirovan nêzîkî pêvajoyê bibin, daku sedsala nû bibe sedsala aştî û biratiyê.