Mesrûr Barzanî desthilatên fermandariyên Feyleq û Firqeyên Pêşmerge diyar kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya yekxistina hêzên Pêşmerge de, desthilatên kargêrî, yasayî û darayî yên fermandariyên feyleq û firqeyên deveran destnîşan kirin.
Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 27ê Sibata 2026an ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, duh 26ê Sibatê fermannameya bi jimare (703) îmze kir. Di vê fermanê de, bi hûrgilî desthilatên fermandeyiyên feyleq û firqeyên deveran ên ser bi Wezareta Pêşmerge ve hatine diyarkirin.
Ev pêngav li ser bingeha "Yasaya Çaksaziyê" (Jimare 2 ya sala 2020an) û karnameya Kabîneya Nehem a hikûmetê hat avêtin. Armanca sereke ya vê biryarê, rêkxistin û yekxistina hêzên Pêşmerge di bin sîwana sîstemeke serbazî ya niştimanî, nûjen û pîşeyî de ye. Bi vê yekê, tê xwestin ku dîsîplîna serbazî û sazîbûna hêzên Pêşmerge hîn xurtir bibe.
Li gorî hûrgiliyên fermanê, ji bilî desthilatên îdarî û darayî, ev biryar qadên wekî ragihandinê, hevahengî û peywendiyên fermandariyan jî li xwe digire. Bi taybetî, şêwaza hevahengî û peywendiyên ligel hêzên federal ên Iraqê di fermanê de bi zelalî hatine diyarkirin, daku di çarçoveyeke yasayî de birêve biçin.