Wezareta Derve ya Iraqê haydariyek da welatiyên xwe yên li derve dijîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Iraqê îro (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) di daxuyaniyeke fermî de nîgeraniya xwe ya zêde li ser têkçûna rewşa ewlehiyê li çend deverên cîhanê nîşan da, herwesa hejmareke rênimayên lezgîn pêşkêşî welatiyên Iraqî yên li wan deveran dijîn kir.
Wezareta Derve ya Iraqê bang li hemî wan welatiyên Iraqî kir ên ku li deverên alozî û êrîşan dijîn ku, pir hişyar û haydar bin. Tekez jî kir ku, divê welatî bi tevahî pabendî rênimayên ewlehiyê bin, ên ku ji hêla rayedarên peywendîdar ve derdikevin, herwesa rênima dane wan ku li cihên ewle bimînin û ji deverên xeter dûr bikevin.
Her di wê çarçoveyê de, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên hemî balyozxane û nûnerên dîplomatîk ên welatê xwe li derve erkdar kirin ku, bi rengekê rasterast û bi berpirsiyarî têkiliyê bi welatiyên Iraqî re daynin.
Wezîrê Derve yê Iraqê tekezî li ser pêşkêşkirina hemî rengên piştgirî û alîkariyan ji welatiyan re û çavdêrîkirina berdewam a şert û mercên jiyana wan kir, heya ku silametî û ewlehiya wan bi tevahî bê misogerkirin.
Fuad Hisên tekez jî kir ku, parastina can û silametiya Iraqiyên li derveyî welat niha serpişka karên herî girîng ên wezareta wan e û ew dê bi rêya pêngavên dîplomatîk û têkiliyên xwe yên navneteweyî li ser şopandina rewşê bi berfirehî berdewam bin.