Dijeterora Kurdistanê hişyarî da welatiyan: Di dema lêdana zengilê hişyariyê de li cihên ewle bimînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Dijeterora Kurdistanê daxwaz ji welatiyan kir ku di dema lêdana zengilên hişyariyê de, ji bo parastina canê xwe li cihên ewle û guncav bimînin.

Dijeterora Kurdistanê îro 28ê Sibatê daxuyaniyek belav kir û tê de hişyariyên girîng da û got, gava dengê zengilên hişyariyê hat bihîstin, divê welatî yekser rêkarên xweparastinê pêk bînin.

Li gorî daxuyaniyê, ev rêkar ji bo wê yekê ne ku di dema rûbirûbûna sîstema parastina asmanî de, welatî tûşî ti rûdanên nexwestî û ziyanên canî nebin. 

Dijeterora Kurdistanê her wiha eşkere kir ku li çend deveran parçeyên şikestî ku ji aliyê sîstema parastinê ve hatine têkbirin, ketine xwarê. Ji ber vê metirsiyê, hat ragihandin ku manev li cihên ewle û sergirtî ji bo silamiya canê her kesî xwedî girîngiyeke taybet e.