Araqçî: Ji bo xweparastinê, em êrîşî bingehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê ragihand, welatê wî di çarçoveya "xweparastinê" de bingehên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê dike armanc. Wî her wiha piştrast kir ku Rêberê Bilind û Serokkomarê Îranê di jiyanê de ne.

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî îro 28ê Sibatê di daxuyaniyeke nû de ragihand, Îran ji bo parastina xwe, êrîşî bingehên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê dike. Herwiha destnîşan kir, armanca wan ne welatên herêmê ne, lê tenê hebûna leşkerî ya Amerîkayê ye.

Araqçî got: "Em naxwazin êrîşî welatên din bikin. Em tenê bingehên leşkerî yên Amerîkayê yên li wan welatan dikin armanc." 

Derbarê gotegotên li ser ziyanên canî yên rayedarên bilind, Wezîrê Derve yê Îranê piştrast kir ku Rêberê Bilind ê Îranê û Serokkomarê welat sax û silamet in. Herwiha aşkere kir: "Piraniya berpirsên me silamet in û di jiyanê de ne; dibe ku me çend fermandeyên xwe winda kiribin, lê serokatiya welat li ser karê xwe ye."