Starmer: Firokeyên me di çarçoveya operasyoneke berevaniyê de li asmanê Rojhilata Navîn in

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ragihand, balafirên wan ên şer di çarçoveya operasyoneke berevaniyê de li asmanê Rojhilata Navîn in û hişyarî da Îranê ku xwe ji her cure êrîşeke din dûr bixe.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer îro 28ê Sibatê di peyamekê de amadebaşiya hêzên welatê xwe ragihand û eşkere kir ku firokeyên wan ên şer niha li asmanê Rojhilata Navîn di tevgerê de ne û ev yek wek beşek ji "operasyoneke berevaniyê ya hevbeş" pênase kir.

Starmer di peyameke vîdyoyî de bal kişand ser rola Îranê di aloziyên herêmê de û got: "Pêwîst e Îran ji her cure êrîşeke din xwe dûr bixe, dest ji bernameyên xwe yên mûşekî û çekan berde û dawî li wê tundûtûjiya tirsnak a li dijî gelê xwe bîne." Starmer destnîşan kir ku Tehran xwedî wê şiyanê ye ku her niha dawî li vê rageşiyê bîne.

Derbarê beşdariya leşkerî ya welatê xwe de, Serokwezîr Starmer got: "Hêzên me çalak in û firokeyên Brîtanyayê îro li asman in." Herwiha zelal kir ku ev gav ji bo parastina welatiyan, berjewendiyên Brîtanyayê û hevalbendên wê yên li herêmê bi awayekî koordînekirî tê avêtin.

Ji aliyekî din ve, Brîtanya ligel Fransa û Almanyayê di daxuyaniyeke hevbeş de êrîşên Îranê yên li ser welatên Kendavê bi tundî şermezar kirin. Lê belê her sê welatan bi awayekî fermî ragihandin ku ew bi ti awayî beşdarî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî axa Îranê nabin.

Her sê welatên Ewropî diyar kirin ku ew rewşê ji nêz ve dişopînin û daxwaz ji Îranê dikin ku ji "êrîşên serberdayî" yên li ser welatên cîran dûr bikeve û vegere ser maseya dîplomasiyê.