Araqçî: Karîna me ya berevaniyê heye û pêwîstiya me bi hevkariya kesî nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îranê, piştrastî da cîhanê ku serkirdeyên bilind ên Îranê silamet in û rejîma welatê wî ne di bin metirsiyê de ye. Araqçî tekez kir, êrîşên wan wek mafê xweparastinê, tenê li dijî bingehên leşkerî yên Amerîkayê ne. Her wiha Îsraîl bi kuştina bi dehan zarokan û bi lîstina bi xwenîşandanan tohmetbar kir.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî îro 28ê Sibatê di hevpeyvînekê de ligel kanala (NBC), ronahî xiste ser rewşa navxweyî ya Îranê, danûstandinên atomî û rageşiyên leşkerî yên li herêmê.

Araqçî red kir ku êrîşan bandoreke bingehîn li ser deselata Îranê kiribe û ragihand: "Dibe ku rewş ne asayî be, lê jiyan berdewam e û her tişt di bin kontrolê de ye."

Navborî piştrast kir, Rêberê Bilind ê Îranê û Serokkomarê welat di jiyanê de ne û silamet in, her çend bal kişand ser wê yekê ku dibe ku çend fermande hatibin windakirin. Her wiha peyamek arasteyî Donald Trump kir û ragihand: "Tu nikarî desthilat û rejîma Îranê biguherînî."

Derbarê êrîşên Îranê de, Araqçî zelal kir, niyeta welatê wî nîne êrîşî welatên cîran û herêmê bike, lê belê armanca wan tenê bingehên leşkerî yên Amerîkayê ne li herêmê.

Got jî: "Ev êrîş di çarçoveya mafê xweparastina me de ne; nabe ku ew êrîşî me bikin û em jî tenê temaşevan bin. Eger êrîş bisekinin, em ê jî parastina xwe rawestînin."

Araqçî rexneyên tund li siyaseta Amerîkayê girt û ew bi "nepakiya" di danûstandinan de binav kir. Aşkere kir jî, wan tîmeke teknîkî şandiye Viyanayê ji bo gotûbêjên bi Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî re bi armanca çareserkirina kêşeyan.

Herwiha got jî: "Cihê matmayînê ye ku her gava em dest bi danûstandinan dikin, Amerîka di nîvê gotûbêjan de êrîşî me dike, wek ku di meha Hezîrana borî û vê carê de jî rû da." Tekez kir ku Îran çekên atomî naxwaze û berê niyeta xwe ya baş îspat kiriye.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Araqçî Îsraîl bi encamdana tawanên şer tohmetbar kir û bal kişand ser êrîşeke li ser dibistanekê li bajarê "Mînab" ku di encamê de 57 zarok hatine kuştin. Wî got: "Kesê ku bikaribe êrîşî dibistanê bike, dikare her tawana din jî bike."

Derbarê xwenîşandanên Îranê de jî, Araqçî amarek pêşkêş kir û ragihand: 3 hezar û 117 kes di xwenîşandanan de hatine kuştin.

Herwiha behsa wê kir ku di destpêkê de xwenîşandan aştiyane bûn, lê çekdarên ser bi saziya hewalgirî ya Îsraîlê (Mossad) derbasî nav rêzan bûne û gule li hêzên ewlehiyê û xwenîşanderan reşandine, da ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Di heman demê de Araqçî red kir ku Îranê li welatên herêmê "wekîl" hebin, lê belê ew komên heyî wek "serbixwe" binav kirin ku ji bo azadkirina axa xwe şer dikin û Îran tenê piştgiriya wan dike, lê fermanê nade wan.

Araqçî Got jî: Di vê demê de em ne hewceyî kesî ne ku berevaniyê di ber me de bike, her wiha em ne hewceyî alîkariya ti kes û aliyekî ne.

Serê sibêya îro 28ê Sibata 2026an, Amerîka û Îsraîlê êrîşên asmanî li ser Îranê dest pê kirin û di encamê de çend serkirdeyên welat hatin kuştin. Di bersivê de Îranê zû bersiva wan êrîşan da û tevî avêtina hejmarek mûşekan ber bi Îsraîlê ve, çendîn bingeh û baregehên leşkerî yên Amerîkayê li welatên herêmê kirin armanc.