Encûmena Asayişa Navdewletî derbarê êrîşa li ser Îranê de dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îşev Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî civîneke bi lez derbarê êrîşên li ser Îranê encam bide. Di heman demê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî hişyarî dide ku ev gav asayîşa navdewletî têk dibin.
Nûnerê Rûsyayê li Neteweyên Yekgirtî îro 28ê Sibarê aşkere kir, îşev dosyaya êrîşa li ser Îranê di civîna Encûmena Ewlekariyê de dê were gotûbêjkirin.
Ji aliyekî din ve, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: "Em bi tundî zêdebûna rageşiya leşkerî ya li Rojhilata Navîn şermezar dikin."
Guterres tekez kir, bikaranîna hêzê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve, herwiha bersivdayîna Îranê, gef in li ser aştî û asayîşa navdewletî.
Herwiha Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî daxwaz kir jî, hemû alî xwe ragirin û pabendî peymannameya Neteweyên Yekgirtî bin.
Serê sibêya îro 28ê Sibata 2026an, Amerîka û Îsraîlê êrîşên asmanî li ser Îranê dest pê kirin û di encamê de çend serkirdeyên welat hatin kuştin.
Di bersivê de Îranê her zû bersiva wan êrîşan da û tevî avêtina hejmarek mûşekan ber bi Îsraîlê ve, çendîn bingeh û baregehên leşkerî yên Amerîkayê li welatên herêmê kirin armanc.