Îsraîl: Bi 200 firokeyên şer me êrîşeke berfireh bir ser navenda Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê ragihand, di mezintirîn operasyona asmanî ya dîroka hêza xwe ya hewayî de, ku bi beşdariya 200 firokeyên şer û di yek demê de hatiye kirin, li 500 armancên stratejîk ên li rojava û navenda Îranê xistine.

Li gorî daxuyaniya fermî ya artêşa Îsraîlê, îro 28ê Sibata 2026an danê sibê, bi serperştiya saziya hewalgirî ya serbazî û hêza asmanî, êrîşên wan ên li dijî Îranê dest pê kirine.

Artêşa Îsraîlê dibêje: "Ev mezintirîn operasyona asmanî ya dîroka me ye, ku piştî plankirineke hûr û li ser bingeha zanyariyên hewalgirî yên bihêz hatiye cibicîkirin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, firokeyên şer bi sedan mûşek û bombe avêtine 500 armancan, ku ji sîstemên parastina asmanî, platformên avêtina mûşekan û bingehên serbazî yên li rojava û navenda Îranê pêk dihatin. 

Îsraîlê tekez kir, êrîş bi awayekî hevdem li çendîn deverên cuda yên Îranê hatine kirin û armanca sereke, jikarkirxistina şiyana mûşekî û parastina Tehranê bûye.