Trump: Ez dikarim şer dirêj bikim heta ku em dest datînin ser her tiştî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê ragihand, ji bo birêvebirina şer senaryoyên cuda di destê wî de ne; yek ji wan "destdanîna ser her tiştî ye" û ya din jî "dawîanîna li şer di nava çend rojan de ye."

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 28ê Sibatê di hevpeyvîneke taybet ligel Kanala 12 a Îsraîlê de, sedemên têkçûna hewildanên dîplomatîk û stratejiya niha ya Amerîkayê ya li hemberî Îranê aşkere kirin.

Serokê Amerîkayê eşkere kir, Îran çendîn caran pir nêzîkî rêkeftinê bûye, lê di kêliya dawî de paşve kişiyaye.

Trump got: "Ew çend caran nêzîk dibûn û piştre ew poşman dibûn. Ev yek bû sedem ku ez bigihîjim wê encamê ku wan ti carî bi rastî nexwestiye rêkeftinê bikin."

Trump destnîşan kir, wî ji tîma xwe xwastiye arşîva êrîşên Îranê yên 25 salên dawî kom bikin. Li gorî Trump, encam ev bûye: "Her mehekê Îranê karekî xirab kiriye; tiştek teqandiye yan jî kesek kuştiye."

Di beşeke din a axaftina xwe de, Trump berevanî di ber êrîşa meha Hezîranê de kir û got ku eger ew êrîş nebûya, niha Îran dê bûba xwediyê çekên atomî.

Derbarê peywendiyên xwe yên ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de, Trump aşkere kir, wî peywendiyeke telefonî ya "baş" ligel wî encam daye û got: "Ez û Netanyahu li ser heman xetê ne û em hevdeng in."

Derbarê dema şer de, Trump ragihand, çendîn "dergeh û bijarde" di destê wî de ne:

Bijardeya yekem: Dirêjkirina dema operasyona leşkerî û "destdanîna ser kontrola her tiştî."

Bijardeya duyem: Dawîanîna li şer di nava çend rojan de û hişyarkirina Îranê li dijî her hewildaneke ji bo xwerêkxistinê.

Trump herwiha dibêje: "Bi her awayî be, nûjenkirin û avakirina Îranê piştî van êrîşên îro, dê salên dûr û dirêj bikişîne."

Ev daxuyaniyên Trump di demekê de ne, serê sibêya îro 28ê Sibata 2026an, Amerîka û Îsraîlê êrîşên asmanî li ser Îranê dest pê kirin û di encamê de çend serkirdeyên wî welat hatin kuştin.

Di bersivê de Îranê her zû bersiva wan êrîşan da û tevî avêtina hejmarek mûşekan ber bi Îsraîlê ve, çendîn bingeh û baregehên leşkerî yên Amerîkayê li welatên navçeyê kirin armanc.