Hikûmeta Iraqê: Kuştina Xameneyî binpêkirineke navneteweyî ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî îro (Yekşem, 1ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de nûçeyan kuştina Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê belav kir û bi vê helkeftê sê rojan şîna giştî li seranserê Iraqê ragihand.
Hikûmeta Iraqê di daxuyaniyekê de got: Ji ber şehîdbûna zana û mucahid Ayetulah Elî Xameneyî, em bi xem û kovaneke mezin ve sersaxiyê ji gelê Îranê û tevahiya neteweyên Îslamî re dixwazin.
Ewadî herwesa got: Rêberê Bilind ê Îranê di encama destdirêjiyeke eşkere û kiryareke şermezarkirî de hat şehîdkirin û ew kiryar berevajî hemî erf û edetên mirovî û exlaqî ye û binpêkirineke eşkere ya qanûnên navneteweyî ye.
Di pareke din a wê daxuyaniyê de, Hikûmeta Iraqê daxwaza rawestandina tavilê û bê şert û merc a operasyonên leşkerî kiriye. Ewadî haydarî jî da: Berdewamiya vê rewşê dê deverê ber bi asteke xeter û bêhempa ya tundûtûjiyê ve bibe, dê pevçûnan zêde bike û dê ewlehî û aştiya navneteweyî bixe xeterê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump duhî (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) danê êvarê kuştina Elî Xameneyî ragihand. Medyaya fermî ya Îranê jî sibeha îro (Yekşem, 1ê Adara 2026ê) ew nûçe piştrast kir.