Medyaya Îranê kuştina Wezîrê Berevaniyê û çend fermandarên din ên payebilind ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa nûçeyan a ILNAyê û televîzyona fermî ya Îranê ragihandin ku, hejmareke fermandar û berpirsên payebilind ên hêzên çekdar, di encama êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Komara Îslamî ya Îranê de, hatine kuştin.
Li gorî ajansa nûçeyan a ILNAyê, ew êrîş di dema lidarxistina civîna Encûmena Berevaniyê de hatiye kirin û tê de Wezîrê Berevaniyê û Piştgiriya Hêzên Çekdar Emîr Serleşkir Ezîz Nesîrzade û Serokê Erkanên Giştî yên hêzên çekdar ên Îranê Emîr Sephibd Seyîd Ebdulrehîm Mûsewî hatine kuştin.
Ji aliyekî din ve jî televîzyona fermî ya Îranê nûçeya bilez a kuştina Serokê Erkanên Giştî yên hêzên çekdar ên Îranê Ebdulrehîm Mûsewî piştrast kir.
Fermandarê Giştî yê Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî Serdar Sephibd Mihemed Pakpûr, Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Şoreşê Emîr Deryasalar Elî Şemxanî û Sekreterê Encûmena Bergiriyê jî di wê civînê de amade bûn, û ew jî di rêzbendiya wan fermandarên payebilind de bûn ên ku di dema bicihanîna erkê xwe de hatine kuştin.
Kuştina van serkirdeyên lşekerî yên Komara Îslamî ya Îranê di demekê de ye ku, dever di rewşeke hestyar re derbaz dibe û asta aloziyan ji ber êrîşên Îsraîl û Amerîkayê gihîştiye asta herî bilind.
Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha duhî (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) bi hev re êrîşî axa Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, lê heta niha tu zirareke mirovî û madî nehatiye eşkerekirin.