Ehmed Wehîdî bû Fermandarê Nû yê Artêşa Pasdaran
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî kuştina Fermandarê Giştî yê Artêşa Pasdaran Mihemed Pakpûr, Ehmed Wehîdî wek Fermandarê Giştî yê Artêşa Pasdaran ê nû hat destnîşankirin û ji bo kontrolkirina rewşa ewlehiyê ya welatê xwe hat erkdarkirin.
Ehmed Wehîdî îro (Yekşem, 1ê Adara 2026ê) wek Fermandarê Giştî yê Artêşa Pasdaran dest bi karê xwe kir. Ev biryar piştî têkçûna rewşa ewlehiyê ya navxweyî ya Îranê û kuştina rêberê bilind û serkirdeyên leşkerî yên wî welatî hat dayîn.
Ehmed Wehîdî kî ye?
Ehmed Wehîdî li sala 1958ê li bajarê Şîrazê hatiye ser dinyayê. Di jiyê xwe yê ciwantiyê de û bi serkeftina Şoreşa Îslamî ya Îranê li sala 1979ê re, ew tevlî artêşa Pasdaran bûye û ji ber zîrekiya xwe ya di çêkirina stratejiya leşkerî de zû di rêzên leşkerî de bilind bû.
Wehîdî wekî "damezrîner û fermandarê yekê yê “Feyleqa Qudsê" ya artêşa Pasdaran (1988 - 1998) tê hesibandin. Wî bingeha wê hêzê danî, ku berpirsiyara operasyonên derve yên Îranê ye. Piştre wî di gelek postên din ên bilind de, wekî Cîgirê Wezîrê Berevaniyê û Serokê Zanîngeha Bilind a Berevaniya Neteweyî xizmet kiriye.
Navê Ehmed Wehîdî li ser asta navneteweyî bi rengekê mezin deng vedaye, xasma jî ku ji aliyê Polîsên Navneteweyî (Interpol) ve bi tohmeta tevlîbûna di teqînên Navenda Amyayê li paytexta Arjentînê li sala 1994ê de di lîsteya kesên daxwazkirî de ye. Herwesa ji aliyê Amerîka û Yekîtiya Ewropayê jî ve di lîsteya cezakiriyan de ye.
Wehîdî wekî endamê Encûmena Diyarkirina Berjewendiyên Komara Îslamî ya Îranê û wekî yek ji şêwirmendên herî nêzîk ên Rêberê Bilind ê Komara ÎSlamî ya Îranê tê dîtin. Ew wekî mêrê "erkên giran" û parêzerekî serhişk ê fikra "miqawemeyê" li deverê tê nasîn.