Li Pakistanê êrîşî Konsulxaneya Amerîkayê hat kirin; kuştî û birîndar hene

Konsulxaneya Amerîkayê li Keraçiyê
Konsulxaneya Amerîkayê li Keraçiyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Pakistanê êrîşî Konsulxaneya Amerîkayê hat kirin, û di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Medya Pakistanê ragihand ku, hejmareke xwenîşanderan îro (Yekşem, 1ê Adara 2026ê) ji ber kuştina Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî êrîşî avahiya Konsulxaneya Amerîkayê li bajarê Keraçiyê kir, û di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Çavkaniyekê ji Pişka Hawarhatinê ya Keraçiyê di vî warî de ragihand, "Di biserdegirtina Konsulxaneya Amerîkayê de heşt xwenîşander hatin kuştin ku nerazîbûna xwe li ser kuştina Rêberê Îranê diyar kiriye".

Ev alozî piştî wê yekê çê bûn ku, televîzyona fermî ya Îranê serê sibeha îro (Yekşem, 1ê Adara 2026ê) kuştina Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî ragihand.

Bajarê Keraçiyê paytexta aborî ya Pakistanê ye û pêştir jî rûbirûyî gelek pêlên nerazîbûn û xwenîşandanan bûye, xasma jî wan xwenîşandanên ku li dijî siyaseta welatên Rojava û Amerîkayê hatine kirin.

Konsulxaneya Amerîkayê jî li wî bajarî di salên borî de jî gelek caran bûye armanca êrîş û xwenîşandanan.

Kuştina Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê Elî Xameneyî îro ji aliyê televîzyona fermî ya Îranê ve hat piştrastkirin, herwesa artêşa Pasdaran jî gef kirin û soz da ku tola rêberê xwe vekin.

Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha duhî (Şemî, 28ê Sibata 2026ê) bi hev re êrîşî axa Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, lê heta niha tu zirareke mirovî û madî nehatiye eşkerekirin.