Trump: Ji bo birêvebirina Îranê sê namzedên min ên pir baş hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje: "Piştî ku me ligel Îsraîlê êrîşeke bi bandor û bêwêne bir ser Îranê, niha lîsteyeke min a sê kesî ji bo birêvebirina Îranê heye."
Trump ji rojnameya New York Times re ragihand, "sê namzedên pir baş" di destê wî de ne ji bo serokatiya Îranê, lê navên wan eşkere nekirin û got: "Ez niha wan eşkere nakim, divê em pêşî karê xwe biqedînin."
Herwiha destnîşan kir, niha Îran bi awayekî bi bandor lawaz bûye, lewma ew li bendê ne ku di dawiyê de xwe radest bike. Herwiha Trump xwast ku Supaya Pasdaran çekên xwe radestî gel bike û got: Biryara jinavbirina hikûmeta Îranê, ji bo gelê wê hatiye hiştin, lê di dawiyê de Îran dê xwe radestî îradeya Amerîka û Îsraîlê bike.
Herwiha Trump red kiriye ku navê ti yek ji wan sê namzedan aşkere bike, tenê bal kişandiye ser wê yekê ku piştî kuştina Ayetullah Elî Xameneyî, yek ji wan her sê namzedan dê serokatiya Îranê bike.
Trump dibêje: "Eger pêwîst bike û em neçar bin, artêşa Amerîkayê dê êrîşên xwe yên li ser Îranê çar heta pênc heftiyên din dirêj bike. Ji ber ku dirêjkirina şer ji bo Îsraîl û Amerîkayê ne zehmet e; Pentagonê li ser vê yekê fikirî ye û hêz, mûşek û bombeyên pêwîst ji bo berdewamkirina êrîşên serbazî hiştine."