Supaya Pasdaran: Êrîşeke berfireh a mûşekî û dronî li ser hêzên Amerîkayê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdarên Îranê ragihand, wan dest bi qonaxeke nû ya êrîşên li dijî hêzên Amerîkayê kiriye. Îran dibêje, wan gelek bingehên serbazî, keştiyên firokehilgir û binkeyên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê kirine armanc.

Berdevkê Biryargeha Navendî ya Xatimulenbî ya Supaya Pasdaran a Îranê Îbrahîm Zulfeqarî di peyameke vîdyoyî de aşkere kir, îro 2ê Adarê qonaxên 7 û 8emîn ên operasyona "Soza Rastîn 4" li dijî armancên Amerîkî û Îsraîlî hatine destpêkirin. Zulfeqarî diyar kir, di van êrîşan de hejmareke mezin a mûşek û dronan hatine bi karanîn.

Li gorî daxuyaniya Supaya Pasdaran, keştiya firokehilgir a Amerîkayê ya bi navê "USS Abraham Lincoln" bi çar mûşekên krûz hatiye armancgirtin. Îran diblje, piştî vê êrîşê, keştiya navborî neçar maye ku ber bi başûrê rojhilatê Okyanûsa Hindî ve paşve vekişe.

Berdevkê Îranî herwiha ragihand, bingeha deryayî ya "Ali Al Salem" a Amerîkayê ya li Kuweytê bi temamî ji kar ketiye û sî binesaziyên deryayî yên "Mihemed Ehmed" jî hatine têkbirin. Li Behreynê jî, bingeheke deryayî ya Amerîkayê ya li bendera Selman bi 4 dronan hatiye lêdan û ziyanên mezin gihîştine navendên wan ên fermandariyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, li herêma Kendavê û Tengava Hurmizê, 3 keştiyên petrolê yên Amerîka û Brîtanyayê bi mûşekan hatine lêdan û niha agir bi wan ketiye. Supaya Pasdaran dibêje, di encama van êrîşan de (bi taybetî li ser bingehên li Behreynê) heta niha 560 serbazên Amerîkî hatine kuştin û birîndar kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de, Supaya Pasdaran bal kişand ser Herêma Kurdistanê û wiha got: "Pîlotên me berî çend saetan bingehên Amerîkayê yên li welatên Kendavê û Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin."

Heta niha ji aliyê Pentagonê ve derbarê van îdîayên Îranê û qebareya ziyanên hatine ragihandin de, ti daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin. Rewşa li herêmê di asta herî bilind a alozî û amadebaşiya leşkerî de ye.