Îranê êrîşî saziyeke petrolê ya Erebistana Siûdî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li rojhilatê Erebistana Siûdî, parzûngeha petrolê ya 'Ras Tanura' ya ser bi kompanyaya Aramco ve, rastî êrîşeke dronî hat û piştre parzûngeh hat girtin. Ev bûyer di nava şerê giran ê di navbera Îran û eniya Amerîka-Îsraîlê de pêk hat.

Ajansa nûçeyan a Reutersê ragihand, îro 2ê Adarê parzûngeha petrolê ya stratejîk a "Ras Tanura" ya li rojhilatê Erebistana Siûdî bi dronan hatiye armancgirtin. Li gorî jêderên li herêmê, piştî êrîşê, ji bo parastina ewlehiyê xebatên parzûngehê hatine rawestandin û derî hatine girtin.

Reutersê ji zarê jêdereke agahdar veguhest, agirê ji ber êrîşê derketibû hatiye kontrolkirin û rewşa nav parzûngehê niha di bin kontrolê de ye. Hat diyarkirin, girtina parzûngehê tenê wek "rêkareke xweparastinê" hatiye encamdan.

Di encama şerê berfireh ê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, nirxê petrolê di bazara cîhanî de bi rêjeya %13 bilind bû. Sedema sereke ya vê bilindbûnê jî rawestandina derbasbûna keştiyên petrolê ye di Tengava Hurmizê de. Îranê ev tengava stratejîk bi temamî girtiye, ku ev yek bandoreke mezin li ser dabînkirina enerjiya cîhanî dike.

Îranê berê hişyarî dabû ku eger Amerîka û Îsraîl êrîşî axa wan bikin, dê "agirê şer tevahiya herêmê bigire" û ew ê hemû bingeh û berjewendiyên Amerîkayê bikin armanc. Êrîşa li ser parzûngeha 'Ras Tanura' nîşan dide ku şerê leşkerî êdî binesaziya petrolê ya herêmê jî dixe metirsiyê.

Heta niha ziyanên canî yên vê êrîşê nehatine eşkere kirin, lê tirs heye ku berdewamiya êrîşan bibe sedema krîzeke mezin a aborî û enerjiya navdewletî.