Pizîşkiyan: Min hikûmet raspardiye ku xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyan bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Îranê Masûd Pizîşkiyan ragihand, wî ferman daye hemû wezîr û berpirsên saziyên dewletê ku bi hemû hêza xwe bixebitin, ji bo dabînkirina xizmetguzariyên giştî bi awayekî rêkûpêk û bêyî qutbûn.
Serokkomarê Îranê Masûd Pizîşkiyan îro 2ê Adarê li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" peyamek belav kir û tê de tekez kir, pêwîst e her sektorek li gorî erk û pisporiya xwe, plansaziyên taybet û hemû desthilatên xwe bi kar bîne, da ku baştirîn xizmetê bigihîne gel.
Pizîşkiyan destnîşan kir, ev gav di çarçoveya qonaxa piştî bidawîhatina "şerê ferzkirî" de ye û armanc jê vejandina qadên cuda ye, bi awayekî ku welatî guhertinan hîs bikin û karûbarên wan ên rojane bêyî ti pirsgirêk bimeşin.
Herwiha Serokkomarê Îranê bal kişand ser dirûşma sereke ya kabîneya xwe û ragihand: "Hikûmet bi gel re ye û ev berpirsyariya hemû saziyan e ku li gorî daxwazên kolanê (gel) tevbigerin û bersiva pêdiviyên welatiyan bidin."