Balyozxaneya Amerîkayê li Kuveytê deriyên xwe girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê li Kuweytê, ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê û rageşiyên li herêmê, hemû xebatên xwe rawestandin û deriyên xwe girtin.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li bajarê Kuweytê îro 3ê Adarê hişyariyeke ewlehiyê belav kir û girtina avahiya balyozxaneyê bi rûyê welatiyan de ragihand. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Ji ber berdewamiya aloziyên li herêmê, balyozxane heta agahdarkirineke din û ji bo demeke nenas dê girtî be."

Balyozxaneyê diyar kir, hemû kar û hevdîtinên asayî û yên lezgîn ên taybet bi karûbarên konsolxaneyên wan jî hatine betalkirin. Hat ragihandin, dema balyozxane vegere ser rewşa asayî, dê agahiyên nû ji raya giştî re werin parvekirin.

Ev biryara girtinê di demekê de tê ku ji roja Şemiyê (28ê Sibata 2026an) ve, şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de dest pê kiriye. Supaya Pasdaran a Îranê rojane bi dehan mûşek û dronan êrîşî bingehên serbazî yên Amerîkayê yên li welatên Kendavê û Herêma Kurdistanê dike.

Li gorî zanyariyên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), di encama van êrîşan de, heta niha 6 serbazên Amerîkî hatine kuştin. Her weha, CENTCOMê ragihandibû ku 3 firokeyên wan ên şer ên F-15, ji aliyê berevaniya asmanî ya Kuweytê ve bi şaşî hatine xistin.

Bi hezaran serbazên Amerîkî li Kuweytê hene û bingeha serbazî ya "Arifjan" a li wî welatî, yek ji mezintirîn bingehên Amerîkayê ye li herêmê. Kuweyt ji sala 2004an ve wek "hevalbendê sereke yê derveyî NATOyê" tê naskirin û di operasyonên lojîstîk ên artêşa Amerîkayê de roleke sereke lîstiye.

Li gorî protokolên Wezareta Derve ya Amerîkayê, dema metirsiyeke mezin a ewlehî an hewalgirî li ser nûneratiyên wan hebe, ji bo parastina canê fermanberan biryara girtinê û kêmkirina karmendan tê dayîn. Rewşa niha ya li Kuweytê jî, di çarçoveya van tedbîrên bilind ên ewlehiyê de ye.