Geştên asmanî yên di navbera Kurdistan û Almanyayê de bi rêya Şirnexê dest pê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo veguhastina welatiyên ku li Herêma Kurdistanê û Ewropayê asê mabûn, geştên asmanî bi rêya Firokxaneya Şirnexê ya Tirkiyeyê dest pê kirin. Kompanyaya "Fly Erbil" yekem geşta xwe ya di navbera Dusseldorf û Şirnexê de encam da.

Serokê Yekîtiya Kompanyayên Geştiyarî yên Kurdistanê Lewend Memundî ji malpera Kurdistan24ê re ragihand, piştî girtina asmanê Iraqê, wan çareseriyek ji bo welatiyên asêmayî ditiye û geştên di navbera Ewropa û firokxaneya Şirnexê de dest pê kirine.

Bi daxwaz û razîbûna desthilata firokvaniya Tirkiyeyê, kompanyaya "Fly Erbil" yekemîn geşta xwe ya taybet di navbera bajarê Dusseldorf ê Almanyayê û bajarê Şirnexê de pêk anî. Memundî diyar kir, firoke îro saet 11:00ê sibê (bi dema Hewlêrê) ji Dusseldorfê bi rê ketiye û saet 15:30ê piştî nîvro gihîştiye Şirnexê.

Derbarê hejmara sernişînan de, Lawend Memundî eşkere kir ku di geşta ber bi Şirnexê de zêdetirî 65 geştiyar vegeriyane. Di geşta vegera ber bi Almanyayê de jî, zêdetirî 140 welatiyên ku li Herêma Kurdistanê asê mabûn, ber bi Dusseldorfê ve hatin veguhastin.

Serokê Yekîtiya Kompanyayên Geştiyarî destnîşan kir ku ev prose dê berdewam bike û du geştên din jî hatine plankirin:

- Roja Înê, 6ê Adarê: Geşta Dusseldorf-Şirnex û berevajî.

- Roja Yekşemê, 8ê Adarê: Geşteke din ji bo veguhastina welatiyan.

Memundî da zanîn, welatiyên ji Ewropayê tên, piştî ku digihîjin firokxaneya Şirnexê, tenê di nava 20 heta 30 xulekan de dikarin bi rêya bejayî bigihîjin nav axa Herêma Kurdistanê.

Asmanê Iraqê hîn jî girtî ye

Li aliyê din, Rêveberê Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji Kurdistan24ê re piştrast kir, asmanê Iraqê hîn jî li rûyê hemû geştan girtî ye û heta niha nehatiye diyarkirin bê ka dê kengî were vekirin.