Mesrûr Barzanî: Em hemû hewlên xwe didin da ku Kurdistanê ji şer û aloziyên navçeyê dûr bixin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dema vekirina Nexweşxaneya "Majidi ya Taybet" de gotarek pêşkêş kir û tê de pîrozbahî li xelkê Kurdistanê û bi taybetî li Hewlêrê kir û got: "Ev nexweşxane bi awayekî pir pêşkeftî û bi standardên navdewletî hatiye avakirin."
Mesrûr Barzanî bal kişand ser rageşî û êrîşên vê dawiyê yên li ser Herêmê û got: "Ya herî nexweş ew e ku di van çend rojên borî de, hinek aliyên derveyî yasayê û terorîst, Hewlêr kirine armanca xwe. Ez spasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê dikim. Bawer bin em hemû hewildanên xwe didin, da ku xelkê Herêma Kurdistanê parastî be."
Mesrûr Barzanî tekez kir, ew ê her tiştî bikin da ku Kurdistanê ji vî şer û aloziya li navçeyê heye dûr bixin û destkeftên herêmê biparêzin.
Derbarê budçe û mûçeyan de, Serokwezîr Barzanî teker kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû erk û pabendiyên xwe li hemberî hikûmeta federal a Iraqê bi cih anîne. Herwiha bang li berpirsên Bexdayê kir, ew jî erkên xwe li hemberî mafên darayî yên xelkê Kurdistanê bicih bînin û mûçeyan bişînin.
Li ser kêmbûna saetên elektrîkê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn, ev rewş ji daxwaza hikûmetê der e û got: "Hinek kompanyayan wekî rêkareke xweparastinê (ji ber rewşa şer) berhemanîna xwe kêm kirine, ev jî bûye sedema kêmbûna elektrîka niştimanî. Ev rewşeke demkî ye û em hêvî dikin rewş asayî bibe. Ez daxwaz dikim ku gelê me bêhnfireh be; em hewl didin ku kêmterîn ziyan bigihe xelkê me."
Mesrûr Barzanî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir, êdî rê nede milîsên derveyî yasayê û aliyên terorîst êrîşî Herêma Kurdistanê bikin. Herwiha hişyarî da û got: "Em nikarin heta serî li hemberî van êrîşan bêdeng bimînin."
Deqa gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Ez pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê û bi taybetî li bajarê Hewlêra delal dikim, bi boneya vekirina nexweşxaneya (Majidî), ku bi şêweyekî pir pêşkeftî û bi standardeke navdewletî hatiye avakirin.
Ez destxweşiyê li Hacî Ehmed dikim, wek veberhênerekî ku karî vê nexweşxaneyê li vir ava bike û bikeve xizmeta hemû xelkê Kurdistanê û hemû wan kesên ku serdana Kurdistanê jî dikin.
Mîna her car hêvî dikim ku ti kes neçar nebe were nexweşxaneyê, lê eger kesekî pêdivî pê hebû, bi dilyayî ve niha ev nexweşxane di asteke wiha pêşkeftî û bi şêweyekî pir rêkûpêk hatiye avakirin ku dikara bersiva pêdiviyên xelkê Kurdistanê bide.
Careke din ez destxweşiyê li Hacî Ehmed dikim, hêvî dikim hemû veberhênerên Kurdistanê li ser veberhênanên xwe yên li Kurdistanê berdewam bin, ji bo pêşxistina Herêma Kurdistanê; her yek di sektorekê de û di wan mijarên taybet de ku bi xwe tê de kar dikin.
Tiştê ku min dît nexweşxaneyeke gelekî pêşkeftî ye, bi amûrên pir pêşkeftî hatiye tîmarkirin û ez dilniyam e û guman jî di wê de nîne ku bijîşk, perester û karmendên me yên pir baş jî hene ku dikarin di xizmeta welatiyan de bin. Careke din ez pîrozbahiyê li hemû aliyan dikim.
Her bi vê boneyê, dixwazim balê bikşînim ser du-sê mijarên giring jî ku ez bawer dikim hûn hemû jê agahdar in. Yek ji wan ew rageşî, şer û aloziya ku herêm girtiye ber xwe. Cihê daxê ye ku herêma me bi vî şêweyî rûbirûyî vê nehametiyê bûye, û ya herî nexweş jî ew e ku di van çend rojên borî de, hinek aliyên derveyî yasayê û terorîst Hewlêr jî kirine armanca xwe.
Ez spasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê dikim û dilyayî bin ku em hemû hewildanên xwe didin, da ku xelkê Kurdistanê parastî be, Kurdistana me parastî be û em ji hemû şer û aloziyekê dûr bin. Em hewl didin Kurdistanê ji van şer û aloziyên li herêmê hene dûr bixin û em ê li ser parastina destkeftên xwe berdewam bin.
Ez daxwaz dikim ku xelkê Kurdistanê pabendî rênimayan bin û bi her şêweyî xwe biparêzin. Hêvî dikim ev naxweşî zû ber bi dawiyê ve biçin û înşellah asayîş û aramî bikeve cihê şer, rageşî û tundûtûjiyê.
Ez spasiya xelkê Kurdistanê dikim ji bo bêhnfirehiya wan, bi taybetî gava em dibînin ku di vê dema borî de rûbirûyî gelek pirsgirêkên cûrbecûr bûne. Mijara mûçeyan an jî derengketina mûçeyan, ku dîsa ev mijarek e li gel hikûmeta federal, em berdewam li ser xetê ne da ku çareseriyeke bingehîn jê re bibînin.
Em li Herêma Kurdistanê, wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê me hemû pabendiyên xwe bi cih anîne û daxwaz dikin ku hikûmeta federal jî pabendiyên xwe bi cih bîne li hember mafên darayî yên xelkê Kurdistanê.
Ji aliyekî din ve, me hewildaneke cidî da, da ku di projeya (Ronakî) de elektrîka 24 saetan ji bo hemû Kurdistanê dabîn bikin, ku di vê salê de me soza wê dabû, û em li ser soza xwe ne ku elektrîka 24 saetan hemû bajar, bajarok, gund û gundikên Kurdistanê jî bigire nav xwe. Ew soza me berdewam e û înşellah em ê bicih bînin; lê piştî van şer û aloziyên ku derketine û piştî wan êrîşên ku li ser kêlgehên neft û gazê hatine kirin, hinek kompanyayan ji bo xweparastinê berhemanîna xwe kêm kirine ku bûye sedema kêmbûna berhemanîna elektrîkê.
Ev jî tiştekî demkî ye, em hêvî dikin ku rewş ber bi asayîbûnê ve vegere. Hêvî dikim ku gelê me bêhnfireh be û fêm bikin ku ev tiştê rûdayî li derveyî îradeya me bûye, lê em hemû hewildanên xwe didin da ku kêmterîn ziyan bigihe xelkê Kurdistanê û înşellah asayîş û aramî careke din vegere Herêma Kurdistanê û hemû herêmê jî bigire nav xwe.
Em daxwazê ji hikûmeta federal dikin ku êdî rê nede van terorîst û derveyî-yasayan ku êrîşî Kurdistanê bikin, ji ber ku em jî nikarin heta serî bêdeng bimînin.
Careke din ez destxweşî û pîrozbahiyê li Hacî Ehmed û li xelkê Kurdistanê û bajarê Hewlêrê dikim. Ez destxweşiyê li bijîşk û karmendan dikim ji bo vî karê bêhempa yê ku li vir kirine. Her serkeftî bin, li we hemûyan pîroz be, înşellah Kurdistana me her parastî û avedan be.