Trump bo Îraniyan: Dema danûstandinan qediya
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê ragihand ku, Îranê sîstema berevaniyê, hêza asmanî, hêza deryayî û rêberên xwe winda kirine. Herwesa got ku, dema danûstandinan bi wan re qediyaye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 3ê Adara 2026ê) li ser tora civakî ya Truthê ragihand: Îranî daxwaza danûstandinan dikin, lê dem derbaz bûye û Îranê sîstema berevaniyê, hêza asmanî, hêza deryayî û rêberên xwe winda kirine.
Serokê Amerîkayê her di wê peyama xwe got. Îranî, piştî ku wan her tişt winda kir, daxwaza danûstandinan dikin.
Trump her îro ji rojnameya ‘The Sun’ê ya Brîtanyayî re got: Gelek mixabin e ku em dibînin ku têkiliyên me wekî caran nemane. Amerîkayê ji bo destpêkirina şer li Rojhilata Navîn tu pêdivîtiyek bi Brîtanyayê nîne.
Navbirî ron jî kir: Bê guman ev tu tiştekî ji rewşê naguhere, lê viyaba Starmer alîkariya me kiriba... viyaba wî ew kar kiriba.
Serokê Amerîkayê eşkere jî kir ku, wî qet fikir nedikir ku ev têkiliya taybet a di navbera wan de, ku pêştir wekî "têkiliya herî bihêz a dîrokî" dihat wesfkirin, bi vî rengî bikeve xeterê.
Donald Trump li beranberî wê yekê pesnê Fransa û Almanyayê kir û got: Têkiliya me û Brîtanyayê di dîrokê de têkiliya herî bihêz bû, lê niha me bi welatên din ên Ewropayê re têkiliyeke pir xurt heye.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.