Şaneya Ragihandina Ewlehiyê: Me rê li ber armanckirina dezgehên hestyar ên Bexdayê girt

Navenda Nûçeyan (K24) - Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê di operasyoneke hewalgirî de serkeftina hêzên ewlehiyê di pûçkirina êrîşeke bi mûşekan li ser dezgehên hestyar ên Bexdayê ragihand, ku li devera Ebûxirêbê amadekarî jê re dihatin kirin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê îro (Sêşem, 3ê Adara 2026ê) di daxuyaniyekê de got ku, platformeke amadekirî ji bo avêtina neh mûşekan li devera Ebûxirêbê hatiye dîtin, ku ji bo armanckirina dezgehên hestyar ên Bexdayê hatibû danan.

Li gorî wê daxuyaniyê, ev operasyon li ser bingeha zanyarên berfireh hatiye kirin û tîmên endezyariya leşkerî kariye bi rengekê serkeftî wê platformê pûç bikin.

Ji destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê bi Îranê re, gelek alozî li cadeya Bexdayê peyda bûne. Ev çar roj in ku xwenîşandan ji bo piştgiriya Îranê tên kirin, xwenîşander berdewam bizavê dikin ku êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê bikin.

Hêzên ewlehiyê jî bi tundî rûbirûyî wan dibin, heta wesa lê hatiye ku rêyên sereke yên ku ber bi Devera Kesk ve diçin hatine girtin. Hêzên ewlehiyê jî wê deverê diparêzin û rêyê li xwenîşanderan digirin.

Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.

Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her ud aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.

Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.